Endamê Encumana Niştimanî ya Kurd Yaşer Elî ji bajarê Kobanê ji malpera me re ragihand ku îro pênşemê 27 Tebaxê laşê welatiyekî sivîl li ser sînorê Tirkiyê ji hêla gundiya ve hat dîtin.û tekez kir ku rewşa ewlehî li ser sînorê Tirkiyê û Sûryê xirabtir dibe
Her wiha Elî amaje bi kuştina Remezan Faris Hemo berî du rojan kir, ku di riya qaçax re nêzî gundê Siftik yê bi 10 km dikeve rojavayî Kobanê, dixwest derbasî Tirkiyê bibe lê ji hêla cendirmeyan ve hat gulebarankirin.
Elî bal kişand ser ku ji ber tunebûna dergehekî fermî bi Tirkiyê re, xelk neçarin ku bi qaçaxî derbas bibin û tûşî kuştinê dibin.
Hêjaye gotinê ku ta niha gelek kes li ser sînorê Tirkiyê û Sûrê ji hêla cendirmeyan ve hatine kuştin.
Jêder : Hevbendî