Nûnerê Hevbendiya Niştimanî Li Elmanyayê Besam Ebdela doz kir ku divê Ewrupa bi serkirdayetiya Elmanyayê vînek siyasî bicivîne ta gerantiyan bide xelkê Sûrî eger bixwazin qeyrana penaberan sivik bikin, ji wan re hêviyê peyda bike di riya ferzkirinan devereke dijfirînê ku nehêle rejîma Esed bermîlên teqîner bi ser serê wan de biavêje.
Ebdella di gotarekê de ku duh di rojnameya ” Tiligraf” de hatiye weşandin destnîşan kir ku Yekîtiya Ewrupî li himer qeyraneke mezin e, sedema wê ya yekem xelkên Sûrî bi xwe ne ku didin ser riyên pir metirsîdar, ji ber nekarîna dewletên cîranên Sûrî ku pêla penaberan hembêz bikin, û windakirina hêviyê di xweşkirina rewşa wan de piştî çar salan ji şerê rejîma Esed ku li ser wan kiriye, û zehmetkêşiya ji ber bikaranîna Esed ji çekên kimawî dijî wan, herweha bumbebarana rojane ji sûk û deverên ava re bi bermîlên teqîner, û bilindbûna metirsiya tundrew û û milişiyên regezperist “.
Ebdella diyar kir ku bumbebarankirina firokeyên Esed ji sivîlan re bi awayekî tewş hejmara miriyan li Sûryayê bilindtir dike, bermîlên teqîner xwedî hêzeke tewş in, û ev bermîl ji rêxistina Daişê bêtir xelkê dikujin.
Tekez kir ku rejîma Esed berpirsyar e, ji ber firokeyên wî tenê hene û bermîlan di riya wan re diavêje, û destnîşan kir, ku Civaka Navdewletî tev firokeyên Hevalbendiyê li azmanên Sûrî difirin lê ew tiştin hindik bo rawestana kuştinê dikin.
Ebdella tekez kir ku devera dijfirînê wê Esed ji yek ji tektîkên wî yên tirorist ku dihêle xelk bibin penaber mehrûm bike, û wê devera dijfirîn bo rawestan firokeyên Esed û balefirên cengî aktîv be, wê rê bo gihiştina alîkariyên mirovahî veke, û giyanê 200- 250 sivîlî her hefteyê biparêze.
Ebdella berdewam kir” Bi rawestandina bikaranîna Esed ji warê azmanî re, wê devera aram rejîma Esed ya li ber ketinê ye mecbûrî diyalokê bike ta bigihêjin veguheztina siyasî, ku Sûryaya hewcedarî wê ye, û Civaka Navdewletî li ser erê kiriye, (di nav de Rûsya jî)”.
Ebdella, herweha tekez kir ku çareya siyasî armanca ku nerînên tevan li ser bûne yek , ji bilî Esed û hevalbenda wî Iran ku di alîkariya wî de bi çek û diravan, alîkariya destwerdana Hizbilla a tirorist di Sûryayê de, û destwerdana yekser ku milişiyên xwe derbasî Sûrî kirin bo şer berdewam e. Ebdella bal kişand ku encamên kirêt ji bumbebarankirina azmanî a bitewş berdewam derketin, û wê devera aram Iran û Esed mecbûr bike ku dest ji istratijiya xwe berdin.
Ebdella diyar kir ku “Dem” di vî warî de pir giringe, tenê demek teng bo Iranê heye ku miliyarên Dolaran ên cemidandina wan piştî emzekirina peymanê hatiye vekirin wergire, û wê parekê ji wan di zêdekirina hêza Esed a hovane de bikar bîne.
Ebdella doz li hevparan kir ku di çavdêriya peymana Iranî û biryara Encumena Ewlehî ya nemre 2231 sala 2015an de hişiyar bin, pirsyariyî da ser millê Civaka Navdewletî eger jêder û alava kuştinê li gel rejîma Esed bi wan pereyên lihevkirina otomî alîkariya wî bike.
Nûnerê Hevbendiyê li Elmaniyayê bal kişand ser ku rastiya xemgîn ji xelkê Sûrî re ew e, rejîma Esed bi awayekî hişyar sivîlan bi bumbebarnên azmanî û bermîlên teqîner armanc dike û asta wê bilind dibe, û terkîza Civaka Navdewletî li ser pirsgirêka Sûrî di danustendinê de ye, herweha Esed deverên şoreşgeran bi awayekî tund armanc dike, û dema ku malbat ji deverekê baz didin, Esed devera ku berê wan lê ye armanc dike, gava misoger ku xwe biparêzin reva derveyî welat e.
Herweha destnîşan kir ku – mixabin- hindek ji dewletê Yekîtiya Ewrupî dîwaran bo qedexekirina derbasbûna penaberan ava dikin wek ” Yê paçekî deyne ser birînek kûr”. Û tekez kir ku divê qeyrana penaberan ji kokê de were çareserkirin, ku êşên wan yên sereke evin:” Jihevketin, nepeydabûna ewehiyê li Sûryayê ji ber êrîşên Esed bi awayekî sereke li ser sivîlan”.
Ebdella tekez kir ku wê devera dijfirînê karên diplomasî bihêz bike, hêzekê ber bi çareyek gotubêjî de biafirîne, tu sedem bo neavakirina devera dijfirînê tune ne, ji ber di diyalokên me de bi hevparên me yên qada navdewletî, em dizanin hêzên deryayî di derya Sipî de dikarin devera dijfirînê ferz bikin, ew jî tê wateya kêmkirina buhaya ferzkirina wê, û kêmkirina metirsiyên ku li pêş leşkerên Hevalbendiyê bi serkirdayetiya Emirêka derdikevin.
Ebdella wisa bidawî kir:” Wateya devera dijfirînê sivikirina zextê li ser xelkên Sûrî ên ji bumbebarankirinên rejîma Esed revyane ye, nîşanin xurt ji Sûryan re pêşkêş dike ku Ewrupa ji dil bo peydakirina çareyeke siyasî li Sûryayê amade ye, ev yek ji gerantiyên ku xelkê Sûrî pir hewcedarî wê ne “.
Jêder: Hevbendî