Şandyarê Serokê Emerîkî yê Hêzên Hevbendiyê li dijî tiroristiyê Ceneral Con Alin got: “Emerîka li dijî çi alîkariyên leşkerî ji Esed re ye û ew çavdêriyê li hebûna Rûsî ya leşkerî ya nû li Sûriyê dike.” Û çi çareseriya siyasî ya veguhêz a aştiyane wê bêyî Esed be.
Û diyar kir ko Emerîka rewşê ji nêz ve dişopîne, û di danûstandina bi Rûsya re ji bo çareseriyeke veguhêz li Sûriyê berdewam e, û tekez kir ko Emerîka ji bo dîtina çareseriyeke siyasî pabende, û destnîşan kir ko dehfdan bi bal leşkerkirinê de ewê bêtir bobelata mirovî li herêmê mezintir bike.
Endamê Hevbendiya Niştimanî Sûrî tevgera Rûsî ya dawî li Sûriyê û têwirdana wê ya leşkerî ya yekser li kêleka Rêjîmê pirotesto kir. Her wiha Destnîşan kir ko “Rûsya bû hevpara Rêjîmê bi têwirdana leşkerî ya rasterast , piştî ku berê û ji çar salan ve bi çek û cebilxane û rawêjkarên leşkerî piştgiriya wî dikir.”
Her wiha doz li desthilata Rûsya kir ko hêzên xwe ji Sûriyê vekêşîne. û hişyarî da ji evan kirdeyan ko wê encamên wan xerb bin. Û Şoreşgerên Sûriyê yên şerê nandozên Esed û Rêjîma Îranî û çeteyên wan yên ji miletên corbicor ji çend salan ve dikin, ewê gotin û biryara dawî bidin. Û çi leşker li hundirê Sûriyê li dijî wan şer bike ewê ji Şoreşgeran re amanceke rewa be.
Jêder: Hevbendî+Elerebiye