Nirxê diravên biyanî li bazarên xurdekirin û pevguhertina perayan li bajrên parêzgeha Hesekê hin bihin bilind dibe , nirxê Yoro roja Şemiyê12 êlûnê giheşte 375 Lîreyên Sûrî û yê Dolar 328 Lîretên Sûrî.
peyemnêrê me li parêzgeha Heskê balkişand ku tevlî vê bilindbûnê welatî bi zehmetî diravên biyan bidest dixin.
Ebulezîz Hemê weltiyek ji bajarê Qamişlo ye ji me re diyar kir ku ew ji roja Pêncşemê ve hewldide ku Yoro bikire da ku ji kurê xwe yê li Yûnanistanê re bişîne lê ta vê gavê wî bidest nexistiye.
Li ser sedemên vê kirîzê û nebûna diravên biyanî û bi taybet Yoro abûrînas Şêrwan Ibrahîm ji mere da xuyakirin ku sedma sereke koçberiya ber bi welatên Rojavayî ve ku gelê Sûrî tuşî wê bûye, ku di encamê de daxawza kirîna Yoro pir bûye, û sedema duyemîn ewe ku benka navendî ya Sûrî Yoro radestî bazirganan nake û nirxê wê kir 303 L.S”.
Tê zanîn ku lîreya Sûrî ji destpêka şoreşa Sûrî ve li hember diravên biyanî pir kêm bûye
Jêder : Hevbendî