Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê Xalid Xoca duhî di miyanê hevdîtineke xwe de ligel şanderê navdewletî Stîvan Dî Mistora, tekez kir ku destdirêjiya Rûsiya li ser Sûriyê binyadên çareseriya siyasî ya ligor biryarên daxuyaniya Jinêv têk dibe.
Herwiha Xoca di hevdîtineke din de ligel heryek ji Wezîrê derve yê Danîmark Kiristiyan Cînsîn û ligel karsparteyê sikirtêrê giştî yê Netewên Yekgirtî û rêkxerê hawarhatinê di rewşên tengaviyan de Stîvin Olbirayîn tekez kir, ku kirîza penaberan wê xirabtir bibe ligel berdewamiya Esed biserbestî di bikaranîna êrîşan li dijî sivîlan bê rûbirûbûna Civaka Navdewletî.
Di van hevdîtinan de heryek ji endama Hevbendiyê E’liya Mensûr û nûnerê hevbendiyê li Waşinton Necîb Elxediban amade bûn.
Xoca ji karsparteyê sikirtêrê giştî yê NY re tekez kir ku pêwîst e Nivîsîngeha Hemahengiya karubarên Mirovî roleke mezintir û aktîvtir hebe li hember tawanên her zêde dibin yên rêjîma Esed, nemaze ku Esed hemû rêkefinên navdewletî yên pêwendîdar bi gihandin û dabeşkirina alîkariyên mirovî binpê dike.
Di heman çarçoveyê de cêgirê Hevbendiyê Hîşam Merwa û endamê desteya siyasî Fû’ad Elîko hevdîtinek pêk anîn ligel heryek ji rêveberê siyasî yê Wezareta derve ya Lêtwaniya û ligel alîkarê sikirtêrê Nivîsîngeha siyaseten firealî di Wezareta derve û bazirganiya Ostoralî de.
Merwa sipasiya Hevbendiyê anî ziman li hember rola bihêz ya Lêtwaniya di Encûmena Ewlekariyê de û berevaniya wê di ber miletê Sûriyê de, ligel guhdan û xemxweriya wê ya taybet bi kirîza mirovî û pêwistiya dadkirin û lêpirsînê.
Herwiha ku heryek ji Merwa û Elîko di hevdîtine de ligel karbidestê Ostraliya gengeşeya kirîza koçberan kirin û cext li ser piştgiriya rêbazek giştgîr kirin ku pêwîst e sercem endamên Yekîtiya Ewropî bi yeksanî berpirs bin bo wergirtina penaberan.
Herwiha ku rewşa mirovî ya kambax di Sûriya de hat gengeşekirin û Merwa destxweşî li rola Ostoraliya di Encûmena Ewlekariyê de kir bo rola wê di têperandina biryara 2139an de.
Merwa tekez kir ku Esed sedemê belavbûna tundrewî û tundutijiyê ye di Sûriya de û herwiha tekez kir ku dirêjkirina fermanriwiya wî wê bibe sedema belavbûna terorê di Sûriya û deverê de.
Jêder:Hevbendî