Sunday, October 1, 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Em Daxwaza Lidarxistina Civîneke Awarte Ji Komkara Erebî Dikin Bo Bersivdana Destdirêjiya Rûsiya Li Ser Gelê Sûriyê

October 3, 2015
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 4 mins read
A A
Em Daxwaza Lidarxistina Civîneke Awarte Ji Komkara Erebî Dikin Bo Bersivdana Destdirêjiya Rûsiya Li Ser Gelê Sûriyê

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê daxwaz ji Komkara Erebî kir bi bestina civîneke awarte li ser astê wezîrên derve bo behskirina destdirêjiya leşkerî ya Rûsiya li ser miletê Sûriyê û jibo wergirtina rêşûnên pêwîst bo rakirina vê destdirêjiyê, ev daxwaz bi rêka şandina nameyekê ji serokê Hevbendiyê Xalid Xoca hat şandin ji sikirtêrê giştî yê Komkara Erebî Nebîl Elerebî re ku bidest hat radestkirin ji aliyê serokê Komîteya yasayî Heysem Elmalih bi şûnkarî.

Di nameyê de hatiye ku ev dagîrkirin û destêwerdana Rûsî ya eşkere di Sûriya de “dibe pûçkirin ji biryarên Encûmena Ewlekeriyê û biryarên Komeleya Giştî ya Netewên yekgirtî re, herweha ji biryarên Komkara Erebî re û bi taybetî ji daxuyaniya Jinêv re, û sercem bizavên çareseriya siyasî jinav dibe û dibe gef li ser ewlehî û aştiya navnetewî, herwiha gefxwarine li ewlekariya Erebî ya ku erkê parastina wê ji giringtirîn armancên Komkara Erebî ye”.

Herwiha Hevbendiyê ev destdirêjiya dijminkarî ya Rûsiya li ser gelê Sûriyê şermezar kir û daxwaz ji Civaka Navdewletî û bi taybetî ji Netewên Yekgirtî û dewletên bi bandor û Komkara Erebî kir, ku vê dijminkariyê pirotisto bikin, û daxwaza avêtina pêgavên pêwîst kir hember encamdana  êrîşên din, û daxwaza derketina sercem hêzên biyanî ji Sûriya kir (Rûsiya û Îran û DAÎŞ û Hizibulah û çeteyên hevalbendên wan yên din) û herwiha daxwaza standina sercem rêşûnên pêwîst kir bo parastina sivîlan wek pêgavek pêwîst bo her piroseyek siyasî û her qonaxek veguhêz bêhebûna Esed û bê hebûna her encamderekî tawanên şer û tawanên dijemirov.

Hevbendiyê di nameya xwe de diyar kir ku dagîrkariya Rûsiya ya li ser esman û qada Sûriyê niha yekser û bi awayekî xuya eşkere dibe piştî ku bi dirêjahiya pênc salên bûrî ji Şoreşa Sûrî bi awayekî piştgiriya leşkerî ya Rûsiya bi çek û alavên leşkerî û teqemeniyan ji hêzên rêjîmê re li pişt perdê veşartî bû û li vê dawiyê bi çekdaran piştgirî da piştî kontrolkirina çend firokxane û serbazgehan, ji wan herdu firokxaneyên leşkerî ya Laziqiyê û ya Hemayê,tevî binkeyê wê yê deryayî yê kevin li Tertûsê û tevî girêbestinên petrol û gazê di ava kêşweriya Sûriyê de yên ligel kompaniyên Rûsî, herwiha li ser astê siyasî bi rêka peydakirina perdeyekê ji tawanên rêjîmê re bi rêka bikaranîna Vîto çar caran di Encûmena Ewlekariyê de û rêgirtina li pêş derxistina her biryareke navdewletî ji bo pirotistokirina tawanên desthilatê û bo rêgirtin li pêş dabînkirina hêvî û daxwazên gelê Sûriyê.

Hevbendiyê amaje kir ku Rûsiya biryara destêwerdana leşkarî ya rasterast di Sûriya de stand bi behaneya (dijayetiya terorê), lê li ser zemînê ew sivîlan û navçeyên rizgarkirî armanc dike bi hewla piştgiriya rêjîma Esed ya dad jidestda ye dike, herwiha hewla têkşikandina daxwazên gelê Sûriyê dide, ew daxwazên rewa di avakirina dewleta yasa û dadperweriyê ya guncayî û rêkeftî ligel hemû zagon û yasayên navdewletî.   

Hevbendiyê li hember bombebarankirina hin navçeyên destnîşankirî di Sûriya de li Himus û Hema û gundewarê Laziqiyê metirsiya xwe diyar kir ji hebûna pilaneke Rûsî ya bi armanca guhertina dîmografî û parçekirina Sûriyê û li hember danîna sînorê dewleteke Elewî ku li dawiyê bibe penageh bo Esed û destekên wî wek dumahîk çare, piştî ku di têkşikandina Şoreşa gelê Sûriyê bin ketin, ku ew pilan di gotar û medeya rêjîmê de tê ragihandin “bi Sûriya mifadar”.

Hevbendiyê tekez kir ku destêwerdana Rûsiya bi xwe dagîrkirina Sûriya ye, herwiha ku hêzên Rûsiya hêzên êrîşkar yên derekî ne, û destêwerdanek neyasayî ye, û nerewa ye ku nabe Rûsiya li ser biryara Encûmena federal ya Rûsî destêwerdanê bike di Sûriya de, ji ber ku dewletên xudan serwerî bitenê Karin  destûra destêwerdanê bidin, û xuya kir ku serwerî ji Sûriya re nema ye, û hîç rewaya Bişar Esed û Hikûmeta wî nîne, ew neserokek yasayî ye û hikûmeta wî dad jidest daye, lewra nabe Hikûmeta Rûsiya alîkariyên leşkerî pêşkêşî Esed bike ligor yasaya navdewletî û ligor piransîpên qedexekirina destêwerdanê di yasaên navdewletî de,ji ber yasaya navdewletî tekez kiriye ku ew neherdem li kêleka hikûmetan radiweste nemaze di dema ku milet doza mafê çarenivîsa xwe dikin, wê demê mafê gelan yasa û rewa ye, ne yê hikûmetan, ku ev yek li ser Sûriya piştî şoreşa gelê Sûriyê li sala 2011an ve tê çespandin ku rewyî li Sûriya, tenê ji mafê gelê Sûriyê ye.

Jêder:Hevbendî   

ShareTweetSend

Related Posts

Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Xweşhaliya xwe bi Pêngava Dadgeha Dadweriyê ya Navdewletî ya Derbarê Sûriyê Tîne Ziman
Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Xweşhaliya xwe bi Pêngava Dadgeha Dadweriyê ya Navdewletî ya Derbarê Sûriyê Tîne Ziman

September 30, 2023
Ofîsa Partî û Şepêlên Siyasî û li Gel Partiya El’ehd Dicive
Nûçeyên Hevbendiyê

Ofîsa Partî û Şepêlên Siyasî û li Gel Partiya El’ehd Dicive

September 30, 2023
Hevbendiya Niştimanî bi Encûmena Niştimanî ya Kurd re Dicive
Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî bi Encûmena Niştimanî ya Kurd re Dicive

September 30, 2023
Next Post
Firokên Rûsî Ên Dijmin Nexweşxaneyan Armanc Dikin Û Taximên Nojdarî Rewşa Awarte  Radigihînin

Firokên Rûsî Ên Dijmin Nexweşxaneyan Armanc Dikin Û Taximên Nojdarî Rewşa Awarte Radigihînin

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 115.3k Followers
  • 13.9k Subscribers
  • 6.1k Followers
  • 9 Followers

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Xweşhaliya xwe bi Pêngava Dadgeha Dadweriyê ya Navdewletî ya Derbarê Sûriyê Tîne Ziman

Ofîsa Partî û Şepêlên Siyasî û li Gel Partiya El’ehd Dicive

Hevbendiya Niştimanî bi Encûmena Niştimanî ya Kurd re Dicive

Serokê Hevbendiya Niştimanî li Gel Serokê Şanda Yekîtiya Ewropayê bo Sûriyê Dicive

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2023 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.