Monday, May 5, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Rapirsîneke Elmanî: Piraniya Penaberên Sûrî Dibînin Ku Esed Sedema Tirajêdiya Wan e

October 9, 2015
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
Rapirsîneke Elmanî: Piraniya Penaberên Sûrî Dibînin Ku Esed Sedema Tirajêdiya Wan e

Di rapirsînekê de li Elmaniya bo wergirtina boçûnên penaberên Sûrî, diyar bû ku piraniya wan, rêjîma Esed dibînin berpirs di ber wêrankariya Sûriyê de û sedem bo nevegera wan bo welat.

Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Nesir Elherîrî tekez kir ku rêjîma Esed bi xwe berê xelkê Sûriyê da koçberiyê bisedema kiryarên xwe yên hovane li dijî çalakvanên aştîxwaz û sivîl her ji sala 2011an ve, paşî bisedema bikaranîna çekên giran û yên bitewşî û bombebarankirina komelgeh û bazarên gelêrî bi bermîlên teqîner, û girtina bi dehhezaran ji  xelkê di girtîgehan de û eşkencedana wan heta mirinê, tevî ferzkirina leşkeriya neçarî.

Elherîrî da xuyakirin ku hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê parastina sivîlan bi erkekî serekî dibînin û bi hemû şiyanên xwe kar dikin bo dabînkirina parastina sivîlan û bergiriya wan, hevdem amaje kir ku ev parastin bitenê li ser bejê dibe, lê ji dewletên dost tê xwestin hebûna rêjîmê li esmanê welat jikar bêxe, û navçeyek tenah bête peydakirin bo sivîl ji welat nerevin ber bi dewletên Ewropa ve.

Ji aliyê xwe ve endama desteya siyasî ya Hevbendiyê Suhêr Etasî bal kişandibû ku tişta Ewropa pê dirabe û pêşwaziya wê ji penaberên Sûrî re bi xwe çareseriyek demkî ye, û da xuyakirin ku Ewropa wê herdem rastî kirîza penaberiyê be, heger karek nehête kirin li dijî rêjîma Esed ya dibe reh û koka arîşeyê, ji ber ku piraniya xelkê Sûriyê hîç derfetên pêşketinê di Sûriya de nabînin bisedema êş û azarên wan yên mirovî û dorpêça rêjîmê li ser wan û nemana xwarin û fêrbûnê û heta bi nedana belgenameyên fermî, ji ber ku kesek naxwaze jiyana xwe di kampên penaberiyê de derbas bike, hevdem amaje kir ku pêwîst e li hember kirîza koçberiyê îstartîjiyek peyda bibe ku dîtina çareseriyek siyasî ya dadperwer bê beşdariya Esed têde hebe.

Ev rapirsîn ji aliyê rêxistina “Xwedîderketina Li Şoreşekê” ya Sûrî-Elmanî hat encamdan bi pişkdariya derdora 900 penaberî yên pirsyar ji wan hatin kirin li ser sedema koçberiya wan û hewiha mercên vegera wan bo welat, piraniya wan û bi rêjiya 69.5% bersiv dan ku rêjîma Esed yekemîn berpirse di ber tawanên Sûriyê de, herwiha rêjiya 31.6% rêxistina DAÎŞê dîtin berpirs.

Bersiva 52% ji wan ku wê vegerin welat di dema ku Esed biçe, lê 42% ji wan gotin ku wê vergerin piştî çûna DAÎŞê, û helbijartinên azad mercê 42% ji wan bûn bo vegera welat, lê mercê piraniya 67% bo vegerê ew bû ku “pêwîst e şerê rêjîma Esed li dijî milet raweste”, û bitenê 8% gotin ku ew naxwazin careke din vegerin.

Li ser encamên vê rapirsinê rêberê parta “Kesekan” ya Elmanî Cîm Odozdimîr bo rojnameya Bild ya Elmanî got:” Pêwîst e heryek ji Hikûmeta Fidrala Elmaniya û Yekîtiya Ewropî têbigehin ku Esed û bermîlên wî yên teqîner mezintirîn sedema tirajêdiya xelkê Sûriyê ye” û weha jî got “dibe ku çareseriyek siyasî li Sûriya çêbibe lê bê Esed”.

Jêder:Hevbendî

ShareTweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post

Terorîstiya Daişê bi Armanckirina Pêkhateyên Sûriyê Li Gor Tawanên Esed Û Destekên Wî Tê

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.