Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikya Sûrî tekez kir ku helmeta Rûsya a azmanî û êrîşên wê li Sûryayê, ne tenê piştgiriya Esed dikin, lêbelê piştgiriyeke azmanî dide hêzên Daişê di şerên wan yê dijî Artêşa Azad û ketîbeyên şoreşê de.
Duh Daiş dest danî ser pênc gundan li Gundewarên Helebê, herweha Dibistana Peyayan û Girtîgeha Sîpeyan.
Hevbendiyê di daxuyaniyekê de ku ji nivîsgeha ragihandinê derketiye got:” Ji dema êrîşên Rûsî li ser Sûryayê destpê kirine, rêxistina Daiş pêşketinin li Gundewarê Heleb ê Bakurî pêk anîne ,û herkesî lihevkirina di navbera hêzên Esed û firokên Rûsî ji hêlekê ve, û pêşveçûna Daişê li aliyê Bakur ji hêleke dî ve dît, ku armanca wê ew e mijûlkirina hêzên şoreşa Sûrî li şerê xwe yê Gundewarê Hema , herweha pêşveçûna Daiş li Bakur çêbû di heman dema Kuştara Tangan de ku Artêşa Azad li Gundewarê Hemayê pêk anîbû “.
Rêxistina Daiş duh dest danî ser Dibistana Peyayan, Girtîgeha Sîpeyan, û Devera Azad li Gundewarê Heleb ê Bakur, û piştî pevçûnan di nav wê û Artêşa Azad û Ketîbeyên şoreşê de, dest danî ser gundên Til Qirah, Til Sosîn, Mi`rate, Kefer Faris, û bajarokê Fafîn.
Rêxistina Daiş ya Tirorist êrîşek ji sê aliyan ve bi ser Dibistana Sîpeyan de bir, di heman dema bumbebarankirina hêzên rejîma Esed ji Dibistanê re bi topên giran ji baregehên xwe li deverên Başkoy û Sîfat, û firîna firokên Rûsî li azmanan.
Ev êrîş piştî Saetekê di ser teqînandina Daişê ji erebeyeke bumbekirî re li bajarê Hirêtan hat , ku di encamê de 20 sivîl hatin kuştin, û bêtir ji 15 kesan birîndar bûn.
Jêder: Hevbendî