Îro roja înê civînên desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê yên xula 25an destpê kirin, û têde dagîrkariya Rûsiya li ser Sûriyê û dawîtirîn pêşhatên piroseya siyasî derbarê “Girûpa kar” ya di pilana Dî Mistora de ya ligor rasparteyên desteya siyasî hatin gengeşe kirin.
Desteya Giştî tekez kir ku dagîrkariya Rûsiya “dagîrkariyek û teroreke li dijî Sûriya û miletê wê ye, ew hokarê nesaqamgêriya deverê bi tevayî ye”, herwiha tekez kir ku “destdirêjiya Rûsiya û kiryarên wê yên dijminkarî li sûriya bizav û destpêşxeriyên çareseriya siyasî beravêtî kirin, û hîç çareseriyek siyasî ji nûve nalive bê derketina dagîrkerên Rûsiya û Îranê ji Sûriyê”.
Jêder:Hevbendî