Îro roja duşembê Şandeyeke Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê çavpêketin bi hejmarek ji Girûpa dostên Gelê Sûriyê re pêkanî, di çavpêketinê de şanda Desteyê pêgiriya Hevbendiyê bi çareseriya siyasî ya li ser binemayê daxuyaniya Jinêv û biryarên yasa navdewletî û yên Encûmena Ewlekariyê yên pêwendîdar tekez kir, nemaza bi biryara 2118 ya tekest dike di deqa xwe de ku cêbicêkirina daxuyaniya Jinêv bi damezrandina desteyeke fermanriwiya Veguhêz destpê dike, û herwiha dest bi encamdana danustandinên rasteqîn bo lidarxistina Jinêv 3 çi dema ku bangeşe bo bête kirin ji aliyê Netewên Yekgirtî li ser heman binemayan; û ji xala ku danustandinên Jinêv 2 lê bi dawî hatibû.
Hêjayî gotinê ye ku tekezî hat kirin li ser hindê ku destbipêkirina danustandinên Jinêv xiyale ligel berdewamiya armanckirina sivîlan bi alava kuştinê ya rêjîma Esed û herdu dagîrkariyên Rûsiya û Îranê bikar tînin li hember Gelê Sûriyê.
Jêder:Hevbendî