Rêkxistina Rayits Wotş ragihand ko rûsya li Sûriyê cûreyekî nû û pêşketî ji bombeyên goşî, ku ev yekem care di dijminkariya xwe ya li ser Sûriyê bikar tîne.
Rêkxistinê di daxuyaniyekê de got ko Rûsya Bombeyên Goşî cûreyê “CBBI” yekem car li Sûriyê bikar tîne. Di êrîşên xwe yên li ser derdora bajarokê Kefer Heleb, li gundewarê Helebê yê başûr rojava ya ko Şoreşger ewê kontrol dikin, di çarê Çêriya pêşî de.
Rêkxistinê nerazîbûna xwe da xuyakirin ji evê bikaranîna Rûsya ji evî cûreyê Bomban re, û ji barkirina firokên Rêjîmê bi wan bombeyan, bê ko aliyê berdane destnîşan bike.
Li gora Rêkxistinê ew Bombe bi sîwanan têne avêtin ji bo turumbêlên mertalkirî têk bibe, di riya avêtina kutleyeke madenî ya teqîner piştî arastekieina wê di riya sîstemeke nîşankrî re.
Hiyûmen Rayits Wotş behsa “Wêne û parçevîdyoyan kir, ew ên ko Bombeyên Goşî têde ji asman têne berdan diyarin, hem jî Mûşekên bi Bombeyên Goşî barkirî yên ji hêla Rûsya û Rêjîmê bikar tên têde diyar bûn.”
Rêkxistinê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir”Hêzên Esed di nîvê sala 2012an de dest bi avêtina Bombeyan ji asman kir, di pey re bi Mûşekên ko bi wan barkirî ne hêj berdewam e. ”
Hevbendiya Niştimanî doz li Netewên Yekbûyî kir dako bi berpirsiyariyên xwe ên yasayî û mirovî û exlaqî derbarê miletê Sûrî rabe. Her wiha doz li komkara Erebî jî kir ko êrîşên Rûsya li ser Sûriyê pirotesto bike û civîneke awarte lidar bixe. Û giring e Encûmena Ewlekariyê Rûsya bi rawestandina êrîşên xwe pabend bike û di cih de ji xaka Sûriyê vekişe.
Hevbendiya Niştimanî dubare karên tiroristî yên rêjîma Esed û Rûsya û Îran pirotesto kir, û nerazîbûna xwe jî ji helwesta sist ya navdewletî da.
Jêder: Hevbendî+Acans