Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bangaweziyek da gelê Herêma Kurdistanê ,ku haydar û hişyar bin li hember pîlanên dijmin û nehezan, û herweha nekevin di xap û davên wan de, û daxwaz ji wan kir ku xwegirtî bin û bi bînfirehî û bi şêwazên aştiyane û demokratîk û şaristanî daxwaza mafên xwe bikin, û herwiha daxwaz ji partiyên Kurdistanê kir ku bilez kêşeya serokatiya herêmê çareser bikin bi dirêjkirina wîlayeta Serok Mes’ûd Barzanî û dabînkirina xwestek û pêdawistiyên xelkê Herêmê û dawîanîna li dijwariya jiyana wan.
Di daxuyaniya ENKSê de hat ku sikirtariya giştî “bi êş û azarên xelkê kurdistanê ji encama êrîşkariya DAÎŞê û hêzên neyar û nehez têdigihe, êrîşên ku bandora wan di hemû waran de li ser herêmê hebû bi taybetî di warên ku bandorê li ser jiyana welatiyan dikin, ku bû fakter bo xwepêşandana welatiyan li hindek bajarên herêmê bo dabînkirina pêdawistiyên jiyana xwe, lê ev yek ji aliyê hindek alî û partiyên pişkdar di desthilatê de hat derfetgirtin û bikaranîn bo handana xwepêşanderan bo encamdana kiryarên tundutijî û ajawegeriyê û êrîşkirina ser baregehên Partiya Demokrta Kurdistanê, û hewldana ku serokatiya herêmê sûncdar bikin bi berpirsyaretiya van baredoxan”.
Daxuyaniyê got ” ku Encûmena Niştimanî ya Kurdî daxwazê ji alî û partiyên kurdistanê dike ku bi berpirsyaretî bi erkên xwe yên dîrokî rabin li dijî pilanên aliyên dijminên gelê me û li dijî armanckirina pirojeyê neteweya kurd di vê qonax hestyar de ji dîroka netewa me û herwiha derfetê ji dest nedin bi hevgirtin û yekriziya xwe û nehêlana nakokiyan bi rêka diyalok û hevpeyvîna jidil û berpirsyar”.
Hêjayî gotinê ye ku li hin bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê hin xwepêşandan hatin lidarxistin bi armanca çareserkirina kirîza abûrî û siyasî herwiha ku di mawê wan xwepêşandanan de hin pargehên Partiya Demokrata Kurdistanê rastî kiryarên şewtandinê hatin û bû egera ketina hin qurbaniyan û hin ziyanên madî li ser mal û avahiyan.
Jêder: Hevbendî