Rêxistina Lêborîna Navdeletî encamdana pêleke kiryarên koçbarkirina neçarî û wêrankirina mal û xaniyan yên tên hejmartin li ser tawanên şer ji aliyê xweseriyê bi serkirdayetiya “PYD”ê dan eşkerekirin, herwiha hin belge eşkerekirin li ser encamdana pinpêkirinên metirsîdar li ser zarê hin dîdevan û şahid helan û hin bi rêka wêneyên setelaytan.
Îro heman rêxistinê di nûtirîn raportên xwe de li jêr navê “cihek din nebû em biçinê” belav kir û têde wirdekariyên kiryarên ciyawaz yên koçberkirina bihezarên sivîlan hatine tevî wêrankirina hin gundên li jêr kontrola “Rêveberiya xweser” bi tevayî, ku hin ji wan kiryaran hatine encamdan bi kîndarî bi behaneya hevxemî û hebûna têkiliyên xelkê wan navçeyan ligel endamên DAÎŞê.
Têzanîn ku di herdu heyvên Tîrmeh û Tebaxa 2015an de hin lêkolînerên Rêxistina Lêborîna Navdewletî çûbûn serdana 14 bajarok û gundan li herdu parêzgehên Heseke û Reqayê ji bo şopandina kiryarên koçberkirina neçarî û wêrankirina xaniyan li navçeyên “Kantonan”.
Lêborîna Navdewletî hin wêneyên hatîn girtin bi setelaytan bi dest xwe anîn ku têde kiryarên wêrankirina xaniyan li gundê Elhusêniyê û bajarokê Til Hemîs dide xuyakirin, di wan de wêneyên 225 xaniyan hatine xuya kirin li Cehzîrana 2014, lê di Cehzîrana 2015an ji wan tenê 14 xanî tên xuyakirin, anku hejmara xaniyan bi rêjeyek bilind kêm bûye û gihiştiye 93.8%.
Hin sivîlan gotin ku ew rastî gefxwarinan hatin bi êrîşên esmanî yên Hevpeymaniya Navdewletî bi serkêsiya Amerîka di dema ew ji navçeyên xwe bar nekin.
Rawêjkara qeyranan ya Rêxistina Lêborîna Navdewletî Lema Feqîh got. “ku Rêveberiya Xweser, di şerê li dijî DAÎŞê de, mafên hemû sivîlan binpê dike yên dikevin di navbera herdu feraşên destar de,û got ku me kiryarên berfereh yên koçberkirinê û wêrankariyan dît yên hatîn encamdan ne bi sedema şeran, ku ev raport belgeyên nû dide xuyakirin li ser hebûna hilmeteke bimebest û ya rêkupêk bo sizadana bikomel li ser gundên berê yên dibin kontirola DAÎŞê de, yan li wan gundên gomankirî bi hebûna endam û alîgirên DAÎŞê.
Feqîh daxwaz ji hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîka û dewletên din kir yên piştgirya “Rêveberiya Xweser” dikin yan hemahengiya leşkerî ligel dikin “ku guhê xwe negirin ji wan binpêkirinan”. Herwiha dît ku pêwîste ew helwestek eşkere bistînin bi şermezarkirina koçberkirina neçarî û kiryarên wêrankirina xaniyan yên nerewa, û dît ku pêwîste ew alîkariyên leşkerî yên tên pêşkêşkirin nebin beşdar di encamdana binpêkirinên yasa mirovahiya navdewletî de”.
Lema Feqûh çext kir ku pêwîste bilez PYDê rawestê ji wêrankirina xaniyên sivîlan û herwiha qerebokirina sercem sivîlên xaniyên wan ne bi awayekî rewa hatine wêran kirin, û rê bide sivîlên aware bo vegerin warên xwe û xaniyên xwe ava bikin”.
Têzanîn ku ew komîteya dûvçûna rastiyan ya ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ve hatî damezrandin gelek binpêkirin bidest ketibûn yên hatîn encamdan li dijî xelkên sivîl yên navçeya Girê Sipî ji aliyê “YPG”ê balê leşkerî yê PYDê.
Komîteyê hin kiryarên koçbarkirina neçarî dibin gefa çekan de dabû xuya kirin li ser çend gundên Ereb û Turkumenan, li gundên El’îsawiyê, Ebdî Koyê, Bab Elhewa, Eldebeha, Elminklî, Midlic, Qereşeref, û komîteyê xuya kiribû ku dawîtirîn kiryara koçberkirinê hat kirin li gundê Hemana Turkumenan ku tevaya xelkê wê hatin oçbarkirin, û xelk li ser pilana YPGê li ser valekirina xelkê resen yên navçeyê û li ser dirustkirina dewleteke kurdî diaxivîn.
Herwiha Hevbendiyê daxwaza dadgehkirina berpirsên binpêkirina kiribû û daxwaza rêdanê bo derbaskirina karwanên alîkariyên mirovî û pizîşkî kiribû bo kêmkirina êş û azarên rojane yên xelkê navçeyek pir hejar ku têde sadetirîn binemayên jiyanê peyda nabin.
Hêjaye gotinê ye ku Hevbendiyê daxwaz ji hêzên Hevpeymaniyê kiribû bi bêalîkirina sivîlan li navçeyên şer, û daxwaz ji wan kiribû ku nekevin di davên ragihandinên kîndar û derew de li ser hebûna komên terorîstan di dema ku ew kom komên sivîlan in, ku ev gefên YPG bo xelkê dubare hatine kirin di dema ku ew gundên xwe çol nekin, ku ew wê rehendên malên wan bidin firokên hevpeymaniyan bi behaneya ku ew baregehên terorîstan in.
Jêder:Hevbendî