Rawêjkarê Yasayî yê Artêşa azad Usama Ebû Zêd di daxuyaniyeke taybet de diyar kir ko Îro sibehê Firokên Rûsya êrîş birin ser bajarokê Heyan li Gundewarê Helebê yê ko hîç rêkxistina Daiş lê nîn e. di encamê de heft sivîl şehîd ketin û zarokek nexuyaye.
Berê jî Firokên Rûsî êrîş dabûn ser bajarokên Beyanûn û Endan û Daret Ize û ev bajarok ji derveyî kontrola Rêjîmê ne û di kontrola Şoreşgeran de ne. Her wiha ew nêzîkî bargehên rêkxistina Daişa tirorist in. Ebû Zêd bêtir axivî ko ev lêdanana Artêşa azad mijûl kir û rêkxistina Daiş sûde jê wergirt. Hem jî derfet li pêşiyê vekir ko ber bi Medresa Mûşat û Herêma Azad ve û çendîn Gundên din pêş biçe, berî ko Daiş herêma azad doh radestî Rêjîma Esed bike.
Ebû Zêd destnîşan kir ko şerên îro di navbera Artêşa azad û hêzên Rêjînê de yên ko bi firokên Rûsî piştgirtî bûn bi awayê êrîş û vegerê bûn. Diyar kir ko Artêşa azad îro sibehê pêşketineke Artêşa Rêjîmê ya bi çeteyên Hizbullaha tirorist piştgietî bû li Keleha Kefer Dilbê li Gundewarê Laziqiyê şikênand. Her wiha dîsa Artêşa azad herêma Sewami’h ya bi ser gundê Elmensûra ve li Gundewarê Hemayê kontrol kir. Di encamê de tangeke leşkeran têk bir, û sest danîn ser erebak BMB.
Li gora daxuyaniya wezareta Rûsyayê, firokên Rûsî 55 caran êrîşî herêmên Sûriyê kirine. Û li gora Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî êrîş li ser herêmên gundewarê Hemayê û li Parêzgeha Idlib û gundewarê Laziqiyê pêk anîne û çi êrîş nebirine ser bingehên Daişê, û êrîşên Firokên Rûsî li ser gundewarê Hemayê yê bakur bombeyên Goşî yên ji aliyê navdewletî qedexekirî ne bikar anîne.
Her wiha Yekîneya Hevrêziya Piştgiriyê, tekez kir ko firokên Rûsî navendeke vaksîndana zarokan li Teman’aa li gundewarê Idlib amanc kir û bi yekcarî wêran kir.
Tê zanîn ko navenda vaksîndanê ya Temani’aa zarokên bajêr û gundên derdora bajêr derzî didan,û heta nuha 11000 zarok di xola xweya 11an de ya derzîdana dijî pûçbûna zarokan hatine derzîdan.
Jêder: Hevbendî