Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê Mihemed Yihya Mektebî, bi navê xwe û bi navê endamên Hevbendiyê ji bo lidarxistina kongirê 14emîn yê Partiya Dîmuqrat Ya Pêşverû Ya Kurd Li Sûriyê Pîroz kir
Kongir dê di 20 meha Çêriya Paşî ya nuha de bi beşdarbûna endamê Hevbendiya Niştimanî Selah Derwêş lidar bikeve. Beşdarên kongir dê li ser rewşa bobelata Sûriyê tê de dibuhire û serhişkiya Rêjîmê di çareserkirina leşkerî de û peydakrina gêreyê li welat, her wiha awayên çareseriya siyasî û kêşeya rewa ya Kurdan û danûstandinên Viyena gotûbêj bikin.
Tê zanîn ko Partiya Dîmuqrat Ya Pêşverû Ya Kurd Li Sûriyê Rêkxistina yekem bû, dîroka damezirandina wê di 14 Cehzerdana 1957an e, ji bo berevaniyê di ber kêşeya Kurdî de li Sûriyê kar dike, û Sekretêrê Partiyê Hemîd Derwêş yek ji damezirênerên pêşîn yê Rêkxistinê ye.
Ji gava ko hatiye damezirandin digel Partiyên Kurdî yên din û Hêzên Niştimanî û Pêşverû li Welat têkoşîn kiriye. Ew yek ji damezrênerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ye, û yek ji firakisyonên Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê ye.
Jêder: Hevbendî