Serokê Tirkî Receb Teyib Erdoxan diyar kir ku dewletên hevalbend ji ramana pêkanîna deverek ji tirorê xalî li Sûriyayê nêzîk dibin, û got pêşxistinên erênî derbarê mijara dijfirînê û operasyona bejî hene.
Erdoxan destnîşan kir ku karê derbarê mijara rahênan û biçekirina Artêşa Sûrî ya Azad berdewam in.
Tirkiyayê ji bihêztirîn dewletên ku piştgiriya ramana pêkanîna devereke aram li Sûryayê dikin, ku wê ev dever parastinê ji sivîlan re dijî êrîşên rejîma Esed bi bermîlên teqîner û sarûxan peyda bike.
Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî ji dewletên Hevpeymaniyê xwestibû ku dijfirînê bi awayekî bilez û yekser ferz bike, ta sivîlan ji êrîşên tolhildanê ên rejîma Esed û dagîrkerên Iranî û vê dawiyê êrîşên Rûsî biparêze, ku her du di warê meydanî de têk çûne, û li pêş Artêşa Sûrî ya Azad şikestin.
Herweha Hevbendiyê ji dewletên Dostên Sûrî xwest ku pilana devera aram li Bakur û Başûrê Sûryayê bicî bike, û Artêşa Sûrî ya Azad bi çekên qenc bo parastina sivîlan ji êrîşên rejîma Esed, Pasvanê Şoreşgerî yê Iranî, û Rêxistina Daiş bi çek bike.
Jêder: Hevbendî