Îro Duşembê Wezîrê karê derve yê Emerîkî Con Kêrî digel Serokê Hevbendiya Niştimanî Xalid Xoce bi telefonê axivî. Herdu aliyan rewşa dawî ya Sûriyê û nirxandina rewşa siyasî û rewşa qonaxa veguhêz gotûbêj kirin.
Kêrî tekez kir ko daxuyaniya Cinêvê ew e ya çareseriya siyasî li Sûriyê, û helwesta Emerîkî tekez kir ko çi rola Beşar Esed di paşeroja Sûriyê de nîn e, û armanca karê Emerîka ew e rawestana şer li Sûriyê û sivikirina derdê miletê Sûrî û pêkanîna aramiyê di leztirîn dem de.
Serokê Hevbendiya Niştimanî li ser çareseriya siyasî li gora daxuyaniya Cinêvê tekez kir. Her wiha li ser bizava Hevbendiyê ko hêzên Opozisyona Sûrî yên leşkerî û siyasî bike yek, hem jî giringiya kartêkirina biryara navdewletî 2165 ya ji bo gihandina alîkariyên mirovî ji Herêmên dorpêçkirî re. Her wiha tekez kir ko Hevbendî dê bi hemû bizavên navdewletî re be yên ko çareseriyeke siyasî ya dadmend pêk bînin û daxwazên miletê Sûrî misoger bikin û pê ber bi dîmuqratiyê û azadiyê ve biçe.
Jêder: Hevbendî