Li ser sînorê Tirkiyê li rojhilatî bajarê Kobanî welatiyê bi navê Îbrahîm Mistefa,temen(50) salî ye, dema dixwest bi qaçaxî ji Sûryê derbasî Tirkiyê bibe ji hêla cendirmeyên Tirk ve hate gulebarankirin û jiyana xwe ji dest da, li gor ku Salih Hac Neqşî endamê Xwechiya Girê Spî ya Encumana Niştimanî ya Kurdî ji malpera me re ragihand.
Neqşî da zanîn ku leşkerên Tirkiyê Ibrahîm Mistefa radestî nexweşxaneya Riha kirin da ku wî derman bikin lê jiyana xwe ji dest da û termê wî radestî malbata wî kirin.
Hêjayî gotinê ye ku ta niha bi dehan welatiyên Sûrî li ser sînorê Tirkiyê bi guleyên leşkerên sînor hatine kuştin .
Jêder : Hevbendî