Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê Riyad Hicab, li ber bêdengiya cîhanê der barê bombebarankirina Rûsya ji herêmên niştecihan re li Sûriyê nîşana bêzariya wê ya. Çimkî 90% ji cihên amanckirî sûkên gelêrî ne û kargehên xwarinê û Nexweşxane û bargehên Artêşa azad in.
Hicab got ji serjimarkirina êrîşên Rûsan tête xuyakirin ko armanca wan dorpêçkirina mirovî ye, ya ko Beşar Elesed li dor xwepêşandêran ji destpêka Şoreşê wekû şêweyekî ko fişarê pê bide ser tevgera gelêrî.
Hicab destnîşan kir ko ev amanckirina rêbazkirî bêbextiya Rûsî aşkere dike, ko dibêje ez şerê tiroristiyê dikim, lê belê ev berevajî ye çimkî ew piştgiriya Daişê dike bi rêka ko ew bargehên Artêşa azad amanc dike, ew ên ko beraberiya Daişê dikin.
Hicab doz li Civaka navdewletî kir ko mirovên Sûrî çi sivîl an şervan biparêzin, û hişyarî da ko nekevin dehfika Esed ya ko cîhanê dike navbera du bijarteyan an tiroristiya wî û yan ya DAIŞ.
Hevbendî