Daxuyaniyek Rojnamegerî
Jina Sûrî, hîn qurbaniya herî bandora tundiya rêbazkirî ku hêzên rejîma Esed dijî milletê Sûrî pêk tîne ye. Ku ji berî pênc salan ve rastî hemû cureyên binpêkirinan tê, çi kuştin, revandin, girtin, derbiderkirin, û tundiya sêksî, û encamdanên wê çi di wendakirina mêr, kur, yan bira, ku bi berdewamiya tawanên rejîma Esed ve girêdayî ne, û jibilî wê jî ji kiryarên tundiyê li ser destê kom û rêxistinên di hema rêza tirora Esed de ne, mîna rêxistina Dewletê ya tirorist, û rêxistina El – Qa`ide, û milişiyên biyan ku li rex rejîmê şer dikin, herweha tawanên dagîrkerê Rûsî û Iranî.
Hevbendiya Niştimanî ku hemû cureyên tundiyê dijî jina Sûrî şermezar dike, û li ser pêwistiya cezakirina her kesên ku di wê tundiyê, û bilî wê ji tawanê derheqê milletê Sûrî de beşdar bûne tekez dike, di heman demê de pirsiyariya têkçûna rewşa jina Sûrî di girtîgeh û kampên penaberiyê de davêje ser Civaka Navdewletî, Desteyên Civaka Sivîl, û rêxistinên Mafê Mirovan di Netewên Yekbûyî de, û doza hildana dosya binpêirinên Sûrî û di serî de tundiya dijî jinê bo Dadgeha Tawankarên Navdewletî dike.
Tevlî ziyana mezin ya cîwarî, wê jina Sûrî biimîne hilgira rastîn ku nahêle hezarên malbatan bêne xwar û biherifin, û wê bimîne penaya aram û hêviya tekane bo dûbare avakirina civaka Sûrî û dirûna tevnê wê yê hevgirtî, wê li rex hevserê xwe bimîne bo danheva kuflet, û pêkanîna geşpêdanê, û wê bingeha sert bo dûbare avakirina Sûrî be, weke ku stûna şoreşa wê bû.
Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî
Nivîsgeha Ragihandinê
25 Mijdarê/ November2015an