Hadî Elbehra endamê desteya siyasî ya Hevendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, tekezî li ser giringiya destberdana Esed ji kuştina pîlankirî û avêtina bermîlên teqîner û mûşekan yên ku sivîlan armanc dikin yekser û bê şert û merc kir.
Elbehra weha jî got: divê rijêma Esed riyan veke ji bo alîkariyên mirovî ji deverên dorpêçkirî re berdewam bên dabînkirin,û serbest berdana tevaya girtiyan ji zarok û jin û nexweşan û girtiyên di ber nêrînan de û kesên di warê hewarçûnê de kar dikin.
Elbehra destnîşan kir ku ev daxwaz kêşe û piroblemin mirovî ne û yasayên navdewletî û biryarên Encumena Asayişa Navdewletî der barê qedexekirina wan hene , û ev kar wek tiştên ne cihên goftûgoyê ne dîtin, tenê divê danûstandin di mîkanîzma cîbecîkirina yekser bibe, û nabe ku tu tişt berî wan bên goftûgokirin.
Jêder : Hevbendî