Nivîsîngeha Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê, li Biroksilê duhî roja çarşembê, simînarek li jêr navê “Dadgehkirin Û Asoyên Çareseriya Siyasî Ji Hevrikberiya Li Sûriyê Re” lidar xist, li ser perawêza 14emîn xula karubarên komeleya dewletên endam di dadgeha tawanên navdewletî de, bi çavdêriya heryek ji Birîtaniya û Îtaliya û Beljîka û Firensa û Keneda û Lîxştinştayin û Holenda û bi piştgiriya Komsyona Ewropa.
Di Simînarê de hin pispor û şehreza û çalakvan û mafnas li ser doseyên dad û lêpirsînê axivîn, Simînar hatî sazkirin ji aliyê Nivîsîngeha Hevbendiyê li Biroksilê bi hevkariya heryek ji “Kombenda Demokrat ya Sûrî Ewropî” û rexistina “Aştî Bê Dadwerî Nîne”, bi amadebûna hejmarek ji nûnerên dewlet û rêxistinên pişkdar di Civînên Xuleya navhatî de.
Peyvdaran di axavtinên xwe de tekez kirin ku bêsizakirina di Sûriya de wê bibe fakterekî serekî bo zêdebûna tundûtûjî û tawanên rêjîma Esed li dijî sivîlan, hevdem cext û pêdagirî li ser pîtedanê bi doseyên dad û dadgehkirinê kirin yên ku heta niha negihiştine asta binpêkirinnên dibin, ku pêdivî ye bêhtir tevlîbûna vê doseyê bê kirin û zêdetir dewlet giringiyê bidin vê mijarê, û piştgiriyê bidin bizavên bi belgekirina tawan û binpêkirinan û berpirsên wan bêne pêşkêşkirin bo dadgehê.
Li aliyek din peyvdaran bal kişandin li ser ku di dema guhdana civaka navdewletî bi metirsiya DAIŞê zêde dibe û nemaze ji ber kiryarên terorîstî yên li Parîsê qewimîn, hevdem Esed dimîne serektirîn berpirsê tawanên li dijî sivîlên Sûriyê û serektirîn çavkaniya terorê.
Herwiha axêveran tekez kirin ku her çareseriyek siyasî pêdivî ye pirsa dadmendî û qerebokirina qurbaniyan li ber çav bigire, da xelkê Sûriyê bikaribin bi berpirsayeriyeke bilind di çarçova dada veguhêz de kar bikin.
Hêjayî gotinê ye ku Nivîsîngeha Hevbendiyê li Biroksilê pêşangeheke wêneyên (fayilê Qeyser) bi hevkariya digel heryek ji Komeleya Sûrî ya bêserûşûnan û girtiyên nêrînan û bi çavdêriya heryek ji Amerîka û Lîxtinştayîn û kenda li ser perawêza simînarê pêşkêş kiribû.
Jêder:Hevbendî