Daxuyanieyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê, amanckirina firokên Rûsî ji Nivîsgeha kamyonên bar û samanên hawarahatinê re roja çarşembê 25.11.2015an li rexê bajarê Izazê û 5 km dûrî sînorê Tirkiyê pirotesto kir.
Di encama bombebaranê de şeş sivîl şehîd ketin û heşt kamyon hatin sotandin, di heman çaxê ko Herêmên hevsînor bi Tirkiyê re li Gundewarê Laziqiyê amanc kirin.
Hevbendiyê doz li Civaka Navdewletî kir ko pêngavine jidil bavêjin da evê dijminkariyê birawestînin. Û tekez kir ko istiratîciya Dagîrkariya leşkerî û siyaseta Esed di cenga bêserûber de û kuştina sivîlan wek hev in
Hevbendiyê tekez kir amanckirina bargehên hawarhatinê dijberiyeke aşkere ye li dijî biryarên Encûmena Ewlekariyê, û hem li dijî pabendiyên Mosko ye çimkî ew jî yek ji Endamên herdemî ye.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
26.11.2015