Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê amanckirina firokên Rûsya ji Nivîsgeha kamyonên bar û samanên hawarahatinê re roja çarşembê 25.11.2015an li nêzî bajarê Izazê û 5 km dûrî sînorê Tirkiyê pirotesto kir.
Di encama bombebaranê de şeş sivîl şehîd ketin û heşt kamyon hatin sotandin, di heman çaxê ko Herêmên hevsînor bi Tirkiyê re li Gundewarê Laziqiyê amanc kirin.
Hevbendiyê doz li Civaka Navdewletî kir ko pêngavine jidil bavêjin da evê dijminkariyê birawestînin. Û tekez kir ko istiratîciya Dagîrkariya leşkerî û siyaseta Esed di cenga bêserûber de û kuştina sivîlan wek hev in
Hevbendiyê tekez kir amanckirina bargehên hawarhatinê dijberiyeke aşkere ye li dijî biryarên Encûmena Ewlekariyê, û hem li dijî pabendiyên Mosko ye çimkî ew jî yek ji Endamên herdemî ye.
Berê jî êrîşên dijminane yên Rûsî sê Dibistan û 14 Nexweşxane û Fabrîkên Dermanan û yên Xwarinê bombebaran kirine.
Diyar kir ko êrîşên Rûsya li ser rêkxistina Daişê 6% derbas nekiriye. Lê para bêtir Sivîl û Artêşa azad bûn.
Jêder : Hevbendî