Emirika danîna cezayên diravî li ser hejmarek kompanî û kesayetên Sûrî û Rûs ragihand, û yek ji wan kesan navgînê rejîma Esed e, ji ber wan kirîna neftê ji rêxistina Daişê hêsan dikir.
Wezareta Diravî ya Emirikî di daxuyaniyekê de got:” Wek bersivdanekê li ser tundiya berdewam ku rejîma Esed li ser welatiyên xwe pêk tîne, ceza li ser çar kesan û şeş kompaniyan ku piştgiriyê ji rejîma Esed re peyda dikin ferz kirin, û di nav wan de navgînek bo kirîna neftê ji rêxistina Daişê ye”.
Emirika biznismanê Sûrî Corc Heswanî û kompaniya wî “Hîsko” ku navendin wê yên berhemdana enerciyê li Sûryayê hene, li ser erdin ku rêxistina Daişê dest daniye ser û ew tawanbar kir ku neftê ji rêxistinê dikire ji bo rejîma Esed.
Yekîtiya Ewrupî navê Heswanî di Avdara bûrî de xistibû listeya reş de. Herweha cezayên Emrikî biznismanê Rûsî yê dewlemend Kîrsan Ilyo Micnof serokê yekîtiya Cîhanî ya lîska şetrencê armanc kir, ku tawana wî pêşkêşkirina alîkariya diravî bo rejîma Esed bû, herweha navê kesayetek dî ku tiliya wî di peywendiyên diravî bi Esed re hebûn, ew jî biznisman Mdellel Xûrî ye, û navê wî û pênc kes ji hevparên wî ket lîsteya reş.
Jêder:Wekalat