Komîtên Hevrêziya Xwecihî şehîdbûna 81 kesî duh li tevahiya Sûrî bi gulleyên hêzên Esed, Milişiyên Pasvanên Şoreşger û Hizbila yên tirorist û êrîşên Rûsî belge kirin, 5 zarok, 6 jin di nav wan de bûn, û sê kesan di bin işkencê de jiyana xwe ji dest dan.
Firokên dagîrkerên Rûsî êrîşên azmanî bi ser bajarokê El – Sûra li Paêzgeha Der`a, û wargehên ketîbeyên Artêşa Azad li Gundewarê Helebê de birin, û vê yekê hişt ku rêxistina DAIŞê bi hêsanî di şerên ku li wir lidar e pêş bikeve.
Herweha firokên êrîşên Rûsî dibistana keçikan û motorekî elektirîkê li bajarê Cisr El – Şexûr armanc kirin, di encamê de hejmarek ji sivîlan birîndar ketin, herweha gundê Til Edes û bajarokê El – Temanha, Başûrê bajarê Xan Şêxûn armanc kirin.
Endamê Desteya Siyasî Fuad Elîko diyar kir ku berdewamiya firokên Esed û dagîrkerên Rûsî di armanckirina deverên sivîl û jêrxaneyan, wê rewşa tevlihevbûnê û ne aramiyê gurtir bike, û rê li pêş Rêxistina DAIŞê veke bo bêtir berfireh bibe.
Elîko destnîşan kir ku armanckirina jêrxaneyan, zehmetkêşiya xelkên Sûrî ya ji berî pênc salan ve berdewam e pirtir dike, herweha tawnaeke cengê ye, û yasaya navdewletî wê ceza dike.
Encumena Birîtanî ya Giştî, duh çarşembê, pêşinyara Serokwezîrê xwe Dêvid Kamîron pesend kiribû, ta Çekên Azmanî Yên Qiralî beşdariya hevpeymaniya ku Emirika wê birêve dibe dijî armancên Rêxistina DAIŞê li Sûrya û Iraqê bike.
Wezareta Karê Derve tekez kir ku hilmeta dijî DAIŞê bizaveke siyasî û diplomasî dixwze, lewre bê westan bi hevkarên navdewletî re bo peydakirina çareyeke siyasî li Sûryayê kar dike, ta ku bighêjin hikûmetek nû li Şamê, û dibe ku ew jî bibe hevpara şerê dijî DAIŞê, û tekez kir ku nabe Esed perçeyek ji çareyê be.
Herweha Wezîrê Karê Derve ê Elmanî Firank Ştaynmayr pêr Sêşembê di axavtina xwe ji rojnameya Bîld ya Elmanî re tekez kir ku tu kesî di hikûmeta Elmanî de tawanên rejîma Esed jibîr nekirine, û got” Destwerdana me ya leşkerî li wir (dijî Rêxistina DAIŞ) îşê wê bi hêzên Esed tune ye, û alîkariyê bi wan re nake”.
Jêder: Hevbendî