Berdevkê Koçka Spî ya Emerîkî Coş Îrinst gotgotênên Rûsî yên dibêjin ko”Tirkiyê Neftê ji Daişê dibe”, dibîne ko hemû nîşandek diyar dikin “Ko Rêjîma Esed ew e ya bêtir Nefta Rêkxistina Daiş ji xwe re dibe anko xerc dike.”
Îrnist di kurtenûçeyên Rojnamevanî de roja Çarşembê got: “tiştekî seyr e ko Rûs tirsa xwe ji evî tiştî diyar dikin, di heman çax de hemû nîşandek diyar dikin Ko “Rêjîma Esed ew e ya bêtir Nefta Rêkxistina DAIŞê ji xwe re dibe, û sedema mana Rêjîmê ew e ko Rûsya piştgiriya wî dike. ”
Berdewam kir “Eger Rûs dilgiraniya xwe di evê derbarê diyar dikin, anko mebesta min bizava DAIŞ ya nerewa ji perepeydakirinê re, gerek ew bi Esed re bipeyivin, çimkî ew pişta xwe bi Rûsan xurt dike da di desthilatê de bimîne”.
Jêder: Enadol