Biznizmanê Sûrî ku ji Efserên ji rejîma Esed cuda bûne, veguheztina milişiyên gelêrî yên bi rejêma Esed ve girêdayî ne ji alavin taybt bi warê kolan û lêgerîna neftê ji bo Rêxistina DAIŞ li deverên di bin destê wê de eşkere kir.
Efser di axaftineke taybet de ji malpera “Oxarêt” ya nûçeyan re diyar kir ku ev alav di vê dawiyê de ji Rûsya gihiştibûn bendera Laziqiyê, û got ku aliyek heye têkilî pê re kir ta bi karspêriya veguheztina alavan ji bendera Laziqiyê rabe, û hevrêziyê bi aliyê kar yê dî re bike ta ku wan bigihîne serkirdeyên Rêxistina DAIŞ li deverên di bin destê wê de li ser xaka Sûrî, lê wî ev yek qebûl nekir û bi vê karspêriyê ranbû, û vê yekê hişt ku Rûsya û rejîma Esed li çareyeke dî bigerin.
Efserê cudabûyî ragihand ku rejîm piştgiriya Rêxistina DAIŞ bi xwarina ku ji Rûsya tîne dike.
Ajansa Anadolê li ser zimanê cîgirê berdevkê bi navê Wezareta Karê Derve ya Elmanî Sewsen Şiblî ragihandibû ku hindek belge li gel welatê wê hene tekez dikin ku rejîma Esed tibaba mezintir ji nefta Rêxistina DAIŞ dikire ragihand.
Şiblî gotinên Rûsya derbarê” Kirîna Tirkyayê ji Nefta Rêxistinê re” nefî kir, û got ” çi zanyarî li gel welatê wê derbarê van belgeyan tune ne”.
Jêder: Hevbendî