Endamê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Corc Sebra got ko Îran ew berpirsiyar e di ber bûyerên li Sûriyê çêdibin, çimkî ew piştgiriya “Rêjîma kujer ” dike. Ev gotin di “kongirê têkoşîna Ehwazê “ de li paytexta Danimarkê Kobinhaygin got. Kongir Hêz û Berên Erebî û Ehwazî amade kiribûn, ji bo doza serxwebûna Elehwazê ji dagîrkerên Îranî bikin.
Serokê Encûmena Niştimanî Sûrî tekez kir ku beşdarbûna wan di kongir de nameyeke diyar e ko dagîrkara Îranî li Ehwazê kiriye, nuha li gelek deverên Erebî dubare dibe û ji nav wan jî Sûriyê, û bêtir got: Em li Sûriyê derdê dagîrkeriya Îranî dikêşînin ne tenê ji ber ku piştgiriya rêjîma kujer ya bi serpereştiya Beşar Elesed dike, lê belê Rêjîma Îranî berpirsiyariya yekser ya hemû xerabkirinên ji pênc salan ve hildigire.
Sebra ragihand: “ez li kêleka birayên xwe yên li Ehwazê radiwestim, û em dengê xwe bilind dikin ko metirsiya Îranî ji Ehwazê dest pê kir û nuha li peravên derya spî ye”. Hem li ser hevrêziya di navbera Hêzên Şoreşa Sûrî û hevalên wê yên li Ehwazê tekez kir û giring e ew nêzîk dest pê bike.
Sebra tekez kir “ko têkçûna Rêjîma Îranî bi têkçûna Rêjîma Sûrî ve girêdayî ye, tiştek desthilatdariya rêjîma Îranê li kendavê narawstîne , ji bil serketina Şoreşa Sûriyê.”
Sebra di gotina xwe de namak ji Gelê Îranî re şand û got“em naxwazin dijminaya gelê Îranî bikin, lê belê rêjîma Melayan ewê Îran kir dijbera Gelê Sûrî bi kuştin û wêrankirina Sûriyê , û ew ne tenê bi Sûriyan re belê ji hemû Ereban re dijminatiyê dike.”
Jêder: Hevbendî+CNN