Balyozê Hevbendiya Niştimanî bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî li Yekîtiya Ewrupî Miwefeq Nêrebiyê, diyar kir ku peydakirina parastina gerek bo sivîlan wê derfetên çareya siyasî û zexta li ser rejîma Esed û Rûsya bo diyaloka bi awayekî ceddî bikin pirtir bike , herweha wê bihêle serastkirin bêtir pêk were.
Piştî hilbijartinekê ku di didwê meha Çileyê Pêşîn de li Encumena Giştî ya Biritanî lidar ket, û piştgiriya beşdariya Birîtanî di derbên azmanî de dijî Daiş li Sûryayê, Nêrebiyê hişiyarî da ku şerê dijî Daişê biser nakeve eger koka Tirorê ku ew jî rejîma Esed de derman nebe.
Nêrebiyê berdewam kir ku parastina sivîlan ji bumbebaranê, wê rê bide Artêşa Sûrî ya Azad ku şerê rjîma Esed û Rêxistina Daiş bi awayekî bihêztir bike, herweha xaka ku ji rêxistinê bê standin, wê nema bê bumbebarankirin ji hêla rejîma Beşarê Esed û firokên Rûsî ve, û wê egera tundrewyê nehêle.
Herweha nêrebiyê bal kişand ku parastina sivîlan wê pêlên xelkê Sûrî yên berî ku bi ser peravên Ewrupayê de ji bo jiyaneke xweştir biçin sivik bike, û tekez kir ku tiştê xelkê Sûrî dixwazin, hewcedarî wê ne, û hêjayî wê ne parastin e, û ev parastin bingeha sereke ji çi istratijiya ku dixwaze Rêxistina Daiş bidawî bike ye.
Jêder: Hevbendî