Firokeyên şer yên Rûsî karwanek ji bozingan ku alîkariyên hawarçûnê bo deverên rizgarkirî li Gundewarê Bakurê Helebê vediguhezt bumbebaran kir, û hejmarek ji birîdar û şehîdan xistin.
Jêderin xwecihî ragihandin ku dema wî karwanî sotemenî ji bo Desteya Berevaniya Sivîl ya Helebê vedigyhest, bi mûşekên valahiyê di dema derbasbûna wê di riya navbera ” Kefer Nasih” û ” Ihris” li Bakurê Helebê hate armanckirin.
Hêja ye gotinê ku ev cara çaran e firokeyên êrîşên Rûsî karwanên alîkariyên hawarçûnê armanc dikin.
Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî Mihemed Yehya Mektebî dît ku dûbarekirina bumbebarankirina ” Karwanên hawarçûnê ji hêla firokên dagîrkerên Rûsî ve, karekî teroristî ye û ne li gor cihê Rûsya ye mîna endameke berdewam di Encumena Ewlehiyê de”.
Mektebî berdewam kir ku kiryarên Rûsî dagîrkirinek beloq e, tenê sivîl û kesên bêguneh û karwanên hawarçûnê armanc dikin, herweha Artêşa Sûrî ya Azad armanc dike, û ew dê rê li pêş rêxistina Daiş bo pêşketina li ser erdê ber bi deverên rizgarkirî de veke, û ev yek gotina wî ya ku dibêje şerê tirorê dike têk dibe.
Jêder: Hevbendî – Enadol