Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê Xalid Xoce got ko Rûsya hêjî Artêşa Sûrî ya azad amanc dike û çav ji Daişê digire. Çimkî Firokên Rûsî heta nuha ji bil çend Mûşekan navêtine DAIŞê û hemû derbên wan li ser bargehên Şoreşgeran bûn.
Di Kongirê derbarê “qeyrana xistina Firoka Rûsya… Peywendiyên Tirkiyê bi Rûsyayê re” yê ko Navenda Xwendinên Siyasî, Abûrî û Civakî ya Tirkî(SETA) roja pêncşemê 3 kanûna yekê li Enqerê Paytexta Tirkiyê amade kiribû. Xoce diyar kir ko “di êrîşn Rûsyayê de min bi çi ziyanên ko gihane Rêkxitina Daişê nebihîstiye. ”
Bêtir got ko firokên Rûsya gelek sivîl kuştine di bombebarana wê ya li ser Reqa û Dêra Zorê û di evê çarçoveyê de ji destpêka êrîşan dawiya Eylûna çûyî 600 sivîl li Sûriyê kuştine. ”
Serokê Hevbendiyê got ko sedemên dijminkariya Rûsya ya li dijî miletê Sûriyê zanîna wan ya diyar bi herifandina Rêjîma Esed û dudiliya siyaseta Emerîka bûn.
Tekez kir ko ji gava Daiş di nîveka sala 2013an de çêbû, hêzên Esed çi êrîşên rasterast nebirine ser wan û ne Hêzên Hevpeymana Navdewletî û her wiha Rûsya jî du mehên derbasbûyî Daiş amanc nekiriye.
Bal kêşand ser ko Rûsya biryara şer li hundirê Sûriyê da piştî du seredanên Serpereştê Hêzên Îranî Qasim Silêmanî ew yên di meha Tebax û Eylûnê de, ko piştgiriya Esed dikin, ewê hingê Silêmanî ji Rûsan re diyar kir ko Rêjîm li ber ketinê ye.
Berdewam kir “ko Îran nêzî 60hezar nandoz ji bo li kêleka Rêjîmê şer bikin anîn, lê gava ewan çeteyan çi encam pêk neanîn, alîkarî ji Rûsya xwest.”
Di derbarê amanckirina firokên Rûsya ji hin Herêmên Şam û Laziqiyê re Xoce Rûsya tawanbar kir ko ew dixwaze “dewleteke mezhebî”li Herêma Berava Sûrî ava bike. “Çimkî ew bargehên destnîşankirî li Hema û Humis û Herêma Elxab amanc dike. Ew Herêm li ber Herêma Beravê ye da sînorê dewleta ku Esed wê dixwaze nîgar bike.”
Xoce destnîşan kir ko bombebarana Rûsya bêtir li ser Herêmên Helebê û cihê Herêma aram e, ya ko Tirkiya dixwaze li Bakurê Sûriyê çêbike. Û diyar kir ko Gundewarê Helebê yê Başûr ji hêla Milîtanên Îranî û Hêzên Esed ve dorpêçkirî ye û Bakurê wê ji aliyê Daişê ve dorpêçkirî ye, her wiha “Hêzên Parastina Gel” basikê leşkerî yê “Partiya Yekîtiya Dîmuqrat” li derdorên bajêr bicih dibin.
Bêtir got””Eger piştgiriya Artêşa azad nebe, dê pirojeyê Herêma aram ziyanê bibîne, tev ko Artêşa azad bêtir ji 70hezar Şervanî ye lê ev hejmar ne bes e, û çi sûdeyê di parastina sivîlan de nade li himber bobebarana asmanî, û eger piştgiriya wan baş bibe ew dê karibin sivîlan biparêzin. Hem jî dê Penaberiyê kêmtir bike, û nahêle tundrewî belav bibe.”
Jêder: Hevbendî