Alîgirên Partiya Yekîtiya Demuqrat PYD, îro Şemiyê 5 çilê pêşî, li bajarê Dirbêsiyê, êrîşî xwepêşandêrên li ser daxwaz û vexwendina Encumana Niştimanî ya Kurdî derketibûn kirin, û nehştin xwepêşandan bi rêve here.
bi dehan welatiyên bajêr li pêşiya bargeha xwecihî ya ENKS kom bûn, û wêneyên girtiyan û durşim û silogan li dijî kiryar û biryarên PYD bilind kirin.
Di xwepêşandanê de Fesla Yûsif cêgira serokê ENKS û Muhsin Tahir endamê emîndariya giştî ya ENKS gotin dan, têde kiryarên PYD di derheqê gelê kurd de şermezar kirin, û soz dan ku ewê berdewam bin di çalakî û xwepêşandanan de ta zordariyê ji ser gel hilînin.
Idrîs Xelef serokê xwecihiya Dirbêsiyê ji malpera Hevbendiyê re ragihand ku ew li dijî kiryar û biryarên PYD mîna( ferzkirina rêbazên aydiyolocî- leşkeriya neçar-ferzkirina baceyan- Desteserkirina mal û milkan) derketibûn.
Xelef êrîşa alîgirên PYD li ser xwepêşandanê şermezar kir û got” vê êrîşê kiryarên rêjîma Be’is li dijî şoreşgerên Sûrî di destpêka şoreşê de anîn bîra me, ev Karin xirab in, li dijî demuqrasiyê ne, ya PYD wê dike silogana xwe ya sereke” .
Di heman demê de esayiş û hêza cewherî yên bi ser PYD ve, ji demjimêrên sibehê ve derdora bargeha xwecihiyê dorpêç kiribûn.
Jêder: Hevbendî