ENKSê duhî roja înê 4-5-2015 daxuyaniyek derxist têde êrîşên terorîstî li ser navçeya Efrînê û dorpêçkirina wê ji aliyê hêzên terorist şermezar kirin, ew êrîşên hevdem digel berdewamiya kiryarên PYDê di desteserkirina çalakvan û siyasetmedaran û xistina fişaran li ser wan û sepandina bac û bêşeyan li ser xelkê navçeyê.
Di daxuyaniyê de hat “di dema ku em bizaveke herêmî û navdewletî tê kirin, ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ji qeyrana Sûriyê re, û danîna sînorekî ji tirajiyêdiyên gelê Sûriyê re, navçeya Efrînê tûşî tundtirîn êrîşan ji aliyê rêxistinên terorîst dibe, digel dorpêça metirsîdar ji aliyê van hêzên terorîst, ku xelkê navçeyê nikarin jê derkevin ji bo dabînkirina pêdawîstiyên jiyara xwe ya rojane. ji lewra pêwîst e bizav bêne kirin ji aliyên hêzên kurdistanî û yên navdewletî ji bo rakirina dorpêça li ser Efrînê, û derbaskirina alîkariyên xorakî bo xelkê navçeyê, û digel van êrîşan û berdewamiya rêbaza dijberî daxwazên gelê kurd, hêjî PYDê berdewam e di girtina ciwanan de li jêr benda (laşkeriya Naçar) û dorpêçkirina gundan û xistina guvaşan li ser çalakvan û siyastmedaran û sepandina bac û bêşeyan li ser xelkê navçeyê yên hejar û belengaz ji encama dorpêçkirinê, û sepandina dorpêçeke navxweyî bi behaneya dijberiya terorê, heta ku rewş gehiştiye radeyeke xirab, êdî nema tê qedandin û derbaskirin, “êdî pêwîstiya navçeyê bi parastineke navdewletî ya bilez heye ”.
Di dawiya daxuyaniyê de ENKSê piştgiriya xwe ji xelkê Efrînê re di vê derdeseriyê de ragihand, û tekez kir ku derbaskirina Pêşmergeyên kurdên Sûriyê bûye pêwîstiyek giring, ji bo berevaniyê di ber gelê me yê pabend bi pirojeyê xwe yê netewî bike.
Jêder: Hevbendî