Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Xalid Xoce rola Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî di cenga dijî tiroristiyê û coşa wî ji bo qeyrana Sûriyê çareser bibe bilind nirxand.
Ew helwest di dema pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî roja Şemiyê 05.12.2015 ji şandeya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî re hat. Şandeyê xweşhaliya xwe bi serkeftina Hêzên Pêşmerge di şerê dijî “Tiroristan” de û rizgarkirina Şingalê da xuyakirin.
Di Hevdîtinê de rewşa siyasî û ya Ewlekarî û bûyer û guherînên herêmî û navdewletî û bandora wan li ser deverê hatin gotûbêjkirin. Dîtin û nerînên xwe ji hev rediyar kirin der barê paşeroja Sûriyê û kelemên li pêş çareseriya qeyrana Sûriyê gengeşe kirin.
Şandeya Hevbendiya Niştimanî Sûrî, ji Serokê Hevbendiyê Xalid Xoce û herdu endamên Hevbendiyê Ebdulbasit Seyda û Ebdulehed Sitêfo pêk dihat.
Jêder: Hevbendî- Rûdaw