Endamê Desteya Siyasî Di Hevbendiya Niştimanî Sûrî De Fuad Elîko got; Kongirê Riyad yê Hevrikiya Sûrî giringiyek wî ya awarte heye, ji ber karê pevgihandina aliyên hevrikiyê pê hatiye spartin, û dibe ku ew bibe destpêka xêrê bo Hevrikiyê bi giştî, û heye ku encamên wî pêvajoyeke nû ji karê Hevrikiyê re çêke.
Edndamê Desteya Siyasî di Hevbendiyê de berdewam kir, eger karê kongir çû serî, wê piştî wî hevdîtina Niyoyorkê çêbibe, mîna gaveke dî di rêveçûna operasyona siyasî de û ji bo amadekariyên Cinêv3 yê ku wê di bin çavdêriya netewên yekbûyî de be, û hêvî kir ku encamên vî kongirî bibin destpêka şêwirên Niyoyorkê yên wê di nav girûpa dewletên Viyêna2 de pêk werin.
Derbarê hejmara kesên di kongirê Riyad de beşdar in, Elîko got ku hejmar ber bi bilindbûnê de ye, hejmara pêşî 65 kes bûn, û dibe ku bigihê 100 kesî, di nav wan de Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî, kesên serbixwe, û pêkhatiyên din.
Derbarê nebeşdariya şandekê bi navê Partiya Yekîtiya Dimuqrat Elîko got: “vexwenda wan bi aliyê serperişt û rêxerê kongir ve girêdayî ye”.
Hêja ye gotinê ku dema kongirê Riaydê ji 8 ta10 Çileyê Pêşîn/ Dîsember hatiye destnîşankirin, û wê Mistefa Oso “Cîgirê Serokê Hevbendiyê” û Fuad Elîko”Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiyê” di şanda Hevbendiya Niştimanî Sûrî de ne, ku ji bo amadebûna kongir hatine destnîşankirin.
Jêder: Hevbendî