Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Xalid Xoca, çakbçniya xwe anî ziman derbarê karîna rikberiya Sûrî di gihiştina encamekê , û gihiştina yekkirina rêzan derbarê çareya siyasî, Ji bo giştina qonaxa pêkanîna şandeyeke goftûgoyan û destnîşankirina bingeh û binyadên goftûgoyan.
Xoca amaje bi amadebûna opozisyonê ji çareya siyasî re kir, û diyar kir ku hebûna dagirkeriya Rûsî û îranî fakterin giring in, û ji mafê me ye ku em welatê xwe ji dagîrkeriyê rizgar bikin, û çareya siyasî ne tenê bidawîkirina rola Esed e, ew derketina hêzên dagîrker ji welat jî li xwe digire.
Wê rola kongireyê Riyad vebir be derbarê destnîşankirina kî rikber e û kî ne rikber e, û hêvî bi helwesta Erebistana Si’ûdî ve di alîkariya opozesyonê de girêdan” ji ber baweriya ku li rex hemî beşdarên kongir bi rola Si’ûdî heye”.
Xoca diyar kir ku wê Hevbendiya Niştimanî Belgenameya Piransîbên Bingehîn Ji Serastkirina Siyasî re pêşkêş bike, ji bo derketina bi nerîneke hevbeş di nav tevahiya aliyên opozisyonê de der bare Qonaxa Veguhêz, û heye ku bighên encama gihiştina mîkanîzmên goftûgoyan û pêkanîna şandeya goftûgoyan.
Û tekez kir ku helwesta Hevbendiyê û hêzên rikber yên çekdar yek e her ji destpêka hevdîtinên Stîvan Dîmistora de, û Hevbendî û hêzên Opozesyonê yên çekdar tu goftugoyan nakin eger li ser bingehek kêmî asta daxuyaniya Cinêvê be.
Jêder: Hevbendî