Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan hebûna pevgirêdanên hevbeş di navbera Rêjîma Esed û Rêkxistina Daişê de tekez dike. Hem peywendiyên bazirganî di rêya hin navgînan ko nasnameya Rûsî û Sûrî bi wan re ye tekez dike.
Erdogan diyar kir ko ev navgîn petrolê ji Daiş dikirin û difiroşin Rêjîmê û çend dewletên cîhanê.
tekez e ko dîtina çareseriyeke hişmendane û herdemî bûye giringiyeke sincî gerek Civaka Navdewletî pê rabe , hem got ko Welatê wî li ser avakirina Herêmên aram û rahênana Artêşa azad sûr e.
Destnîşan kir pirsgirêka mirovî ya Rojhilata Navîn bi taybetî ya li Sûriyê û li Îraqê bi encama lihevketina berjewendiyên Hêzên mezin û piştgiriya Rêkxistinên tirorist li herêmê gûrtir dibe.
Di evê derbarê de Erdogan got: “dewletê ko li kêşeya Sûriyê bi çavê biratiyê dinerin kêm in û em guhdanê li derdê 12 milyon Sûriyên ko derbider bûne dikin. Ji ber evê hindê me deriyê xwe li ber wan vekir û ji hemû pêkhatiyên civaka Sûrî himêz kirin.”
Erdogan got nayê pejirandin bi behaneya şerê tiroristiyê piştgiriya rêkxistinek din ya tirorist bike. Destnîşan kir ko ev pêngav dê qeyranine nû peyda bike û çareserkirina kêşeya Sûrî dibe gava ko derfet li pêşiya miletê Sûrî vebe da ew çarenûsa paşeroja xwe pilan bike.
Jêder: Enadol