Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Jêderekî Berpirsiyar di Hevbendiya Niştimanî de diyar kir:
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê, bombebarana hovane ya firokên dagîrkerên Rûsî ya Sêşemê êvarî 08.12.2015an ya li ser Nexweşxana Birnas ya jidayikbûnê û Nexweşiyên Zarokan, û di encamê de wêran bû pirotesto kir. û her weha Nexweşxana Rebî’e li Çiyayê Tirkimanan li Gundewarê Laziqiyê û Peymangeha Teknîka Bijîşkiyê ya ko dora 200 Xwendekarî di Şaxên Neştergeriya giştî û Bencê û jidayikirinê , bombebaran kirin.
ji encama bombebarana Nexweşxana Birnas , Nexweşxane nema kar dike, li ewê Nexweşxanê mehane 350 zarok jidayik dibûn, ji nav wan 100 operasiyonên qeyserî û hem 700 Zarok û Jin çareser dikirin.
digel evan tawankariyên Rûsî Firokên zordar bargehên Zankoya Helebê ya azad li bajarokê Kefer Hemra û Daret Iza bombebaran kirin, di encamê de xwendin rawestiya û koçberiyek berfireh li Herêmên amanckirî çêbû.
Hevbendiya Niştimanî daxwazê ji Eencûmena Ewlekariyê dike, da têwirdanê yekser bike da bombebarana Sivîl û nexweşxanan birawestîne.
Ji bo zanînê, hejmara Nexweşxanên ko ji 30 Eylûlê û heta nuha bombebaran bûne, 23 Nexweşxane û navendên tendiristiyê ne.
Hevbendî dozê li rêkxistinên mafê Mirovan dike da bilez tawankariyên cengê û tawankariyên li dijî mirovantiyê yên ko hêzên Esed û Firokên Rûsî dikin aşkere bikin û peyketina berpirsiyaran li pêş dadgehên navdewletî bikin.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê Û Hevrikiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
09.12.2015