Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji Eencûmena Ewlekariyê kir, da têwirdanê yekser bike da bombebarana Sivîl û nexweşxanan birawestîne. Ji bo zanînê, hejmara Nexweşxanên ko ji 30 Eylûlê û heta nuha bombebaran bûne, 23 Nexweşxane û navendên tendiristiyê ne.
Hem doz li rêkxistinên mafê Mirovan kir da bilez tawankariyên cengê û tawankariyên li dijî mirovantiyê yên ko hêzên Esed û Firokên Rûsî dikin aşkere bikin û peyketina berpirsiyaran li pêş dadgehên navdewletî bikin.
Hevbendiya Niştimanî îro di daxuyaniyeke Rojnamevanî de bombebarana hovane ya firokên dagîrkerên Rûsî roja Sêşemê êvarî 08.12.2015an ya li ser Nexweşxana Birnas ya jidayikbûnê û Nexweşiyên Zarokan, û di encamê de wêran bû pirotesto kir. û her weha Nexweşxana Rebî’e li Çiyayê Tirkimanan li Gundewarê Laziqiyê û Peymangeha Teknîka Bijîşkiyê ya ko dora 200 Xwendekarî di Şaxên Neştergeriya giştî û Bencê û jidayikirinê , bombebaran kirin.
ji encama bombebarana Nexweşxana Birnas , Nexweşxane nema kar dike, li ewê Nexweşxanê mehane 350 zarok jidayik dibûn, ji nav wan 100 operasiyonên qeyserî û hem 700 Zarok û Jin çareser dikirin.
digel evan tawankariyên Rûsî Firokên zordar bargehên Zankoya Helebê ya azad li bajarokê Kefer Hemra û Daret Iza bombebaran kirin, di encamê de xwendin rawestiya û koçberiyek berfireh li Herêmên amanckirî çêbû.
Jêder: Hevbendî