Piştî 10 heyvan ji dîlkirinê rêxistina DAIŞ ya terorist 25 welatiyên Aşûrî ji gundewarên bajarokê Tiltemir ku ji Sibata bûrî de revandibûn îro Çarşemê 9 çilê pêşî serbest berdan.
Peyamnêrê me li bajrokê Tiltemir ragihand ku 24 kes û zarokek serbest hatibûn berdan lê ji ber metirsîya li ser jiyana kesên ku hê li cem DAIŞ girtî ne, tu kesî nexwest ku daxuyaniyên fermî bide me.
Hin jêderên taybet ji mere diyar kirin ku ew li parêzgeha Reqa binçavkirî bûn, û wê rêxistinê ew fêrî şerî`eta Islamê dikirin.
Her wiha peyamnêrê me diyar kir ku ev girûpa çaremîn e ku DAIŞ wan serbest berdide, û hê 105 welatiyên Aşûrî li cem DAIŞê binçavkirî hene.
Jêder: Hevbendî