Serokê Wezîrên Tirkî Ehmed Dawûd Oxlo got:” Rûsya hewl dide qirkirinek njadperistî li Laziqiyê pêk bîne”, ew jî mîna şirovkirinekê ji kuştarên firokeyên Rûsî re yên berdewam dijî sivîlan li wê deverê.
Dawûd Oxlo ” amaje bi zêdebûna êrîşên azmanî yên Rûsî li ser Gundewarên Laziqiyê ” û pirbûna wan êrîşên Rûsî bi taybetî li ser gund û deverên Turkmanan kir.
Oxlo hişyarî da li ser “êrîşên Rûsî ku dibe ku bi melyonan ji sivîlan ji deverên wan koçber bikin”.
Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî, duh ji Encumena Ewlehiyê xwest ku destwerdanek yekser bike ta bumbebarankirina firokên Botîn li ser sivîl û nexweşxaneyan rawestîne, ku hejmara wan di Êlûn/ Sebtembera bûrî de gihişt 23 nexweşxane û navendên tendirustî. Û nav di rêxistinên mafê mirovan de da ku tevbigerin ta tawanên cengê û yên dijî mirovahiyê ku hêzên Esed û firokên Rûsî yên dagîrker bikar tînin eşkere bikin, herweha berpirsyaran li ber dadweriya navdewletî dadgeh bikin.
Hevbendiya Niştimanî îro di daxuyaniyeke rojnamegerî de rabûna firokeyên dagîrkerên Rûsî duh Sêşembê bi operasyonên bumbebarankirinê yên hovane şermezar kir, ku ziyan gihişt nexweşxaneya Birnas a jidayikbûnê û dermankirina zarokan, û bi tevahî wêran kir, herweha nexweşxaneya Rebîha li çiyayê Turkman li Gundewarê Laziqiyê, peymangeha teknînkî ya nojdarî ku derdora 200 xwendevanî ji xort û keçan li şaxê birînpêçiya giştî, benckirin, û jidayikirinê dixwînin.
Jêder: Hevbendî