Firokeyên cengî ku tê gumankirin ew ên çekê Rûsî yê azmanî ne, duh hejmarek ji kuştaran li bajarokên Neşabiyê û Hemûriya li Gundewarên Şamê pêk anîn, û hindek dî ku nanpêjgehek bo firotina nan li taxa El – Salihîn li Helebê pêk anî, û di encamê de 36 qurbanî û bi dehan birîndar hebûn.
Herweha firokên Rûsî êrîşin azmanî bi ser bajarokê Erbîn, bajarê Xan şêxûn, û gundê Mirend li gundewarê Idlibê de birin, ku kuştarek pêk hat, û di encamê de 19 şehîd û hejmarek mezin ji birîndaran katin, û di nav wan de zarok û jin jî hebûn.
Endamê Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî Şelal Gedo rejîma Esed û di pişt re jî hevalbendê wê yê Rûsî bi pêkanîna kuştaran tawanbar kir.
Gedo berdewam kir ku kuştarên rojane derheqê miletê Sûrî ji berî pênc salan ve gelemşe û tewşiyê û herweha ne-aramiyê pir dike, û ev yek bi awayek normal rola wê li ser aramiya dewletên deverê heye.
Gedo hişyarî da Civaka Navdewletî bo dirustkirina biryareke ferzkirinê di bin Bendê Heftan de ta tawanên rejîma Esed û di pişt re Rûsya û Iran rawestîne, bo parastina sivîlên ku ji berî pênc salan ve dikevin ber tawanan de.
Jêder: Hevebendî