Jêderin mafnasî şehîdbûna 113 kesan ku 23 zarok û 16 jin di nav wan de ne roja Şemiyê 13 Mijdarê li tevahiya Sûryayê belge kir. Tundtirîn lêdan û ziyan ji ber êrîşên hovane ji hêla firokeyên Rûsî ku “Bumbeyên Goşî” û mûşekên valahî tê de bikar hatin ji para bajarê Dûma li Gundewar Şamê bû.
Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî Hişam Merwa got : dagîrkerên Rûsî duh pirojeya qirkirineke giştî pêk anî, tê de istiratijiya xwe ya tawankarî û tirora rêbazkirî ku di pileya yekem de ji bo sivîlan pêk tê bikar anî.
Merwa diyar kir ku kuştarên Rûsî di şêweyê danûstendina bi çi gava siyasî û diplomasî re ku ber bi riya çareya siyasî de diçe mîna kiryarên Esed in. Rûs di riya wê re hewl didin ku bersiva biryarên kongirê Hevrikiyê yê berfireh ku li Riyad lidar ket bide, û kaxezan li hev dixe, di riya pêkanîna kuştarên bêtir re, û bikaranîna wan ji bo reva bi mebest ji pêkanîna tiştên tên xwestin li ser asta navdewletî.
Emîndarê Desteya Siyasî Enes El- Ebde ev êrîş şermezar kirin, û pirsyariya parastina ewlehî û aştiyê , xist ser millê Civaka Navdewletî, û ji wan xwest ku bi awayekî bi lez dagirkiriya Rûsî şermezar bikin, û alîkariyên hawarçûnê yên gerek bo parastina sivîl û birîndaran li bajar û bajarokên Gundewarên Şamê û tevahiya Sûryayê bişînin, li gor biryara Encumena Ewlehiyê nemre 2165 ku dibêje dive alîkariyên mirovahî derbas bibin deverên dorpêçkirî.
El- Ebde tekez kir ku çi tevger û bizavên ceddî ku li peydakirina çareyek siyasî ya rastîn digere, bi ser nakeve eger ne bi ferzkirina biryara Encumena Ewlehiyê nemre 2139 be, ku bumbebarakirina tewşe û bikaranîna rêbazkirî ji bermîlên teqîner re li deverên ava rawestîne, û dest bi karê nehêlana dorpêçkirinê li hemû deverên dorpêçkirî û gihandina alîkariyên mirovahî ji sivîlan re bikin.
Jêder: Hevbend