Roja Yekşemê 13 vê heyva çilê pêşî, Encumana Niştimanî ya Kurd, wergirtina alîkariyên mirovî li bajarê Qamişlo ragihand, ew alîkariyên serokatiya herêma Kurdistanê soza pêşkêşkirina wan dabû.
Alîkariyên kû ji Cil û berg, keresteyên xwarinê, dermanên paqijkirinê û hin alav ji kesên Xwediyên Pêdiviyên Taybet re, ji hêla nivîsgeha karûbarên hewarçûnê ya ENKS li bajarê Qamişlo hatin enbarkirin.
Heyat Qiço endama Nivîsgeha Karûbarên Hewarçûnê ya ENKS, di hevdîtinekê de bi peyamnêrê hevbendiyê re, hûrgiliyên vê nûçeyê tekez kirin, û got ku wê nivîsgeha wan roja Duşemê bicive da lîsteyên xwe amade bike û nexşê şêweyê belavkirinê destnîşan bike.
Tê zanîn ku ev alîkarî ji aliyê dezgeha Barzanî ya xêrxwaziyê ve ya ku bargeha wê li Hewlêrê ye hatine Şandin.
Jêder: Hevbendî