Rêjîma Esed ko hêzên Îranî û milîtanên mezhebperet û firokên Rûsî piştgiriya wî dikin, êrîşeke har û tund birine ser bajarê Şêx Miskîn yê istiratîcî li Gundewarê Der’a ji çend rojan ve û bi sedan dûravêjên Hawinê û Mûşek û Bermîlên teqîner li bajarê ko hîç rêkxistina Daiş lê nîn e berdane.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê diyar kir ko “Piştî çend Hefteyan ji komkirina Hêzên Rêjîmê û bi piştgiriya firokên dagîrkeriya Rûsî-Îranî, êrîşek dane ser Bajarê Şêx Miskîn li Gundewarê Der’a bi amanca dagîrkirina wî.”
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê dîsa dijminkariya Rûsî û hevbeşiya wê ya tekûz di tawankariyên Rêjîma Esed di derheqê miletê Sûriyê de pirotesto dike. Û bi taybetî bal kişand ser amanckirina wan ji sivîlan re û binpêkirina biryara Encûmena Ewlekariyê hejmara 2254 ya ko tekeziyê li ser”êrîşên yekser li dijî Sivîlan”dike, û her weha êrîşên Rûsya yên berdewam ko piştgiriya asmanî dide Rêjîmê li dijî alayên Artêşa azad.
Hevbendiyê diyar kir ko “Bi dehan êrîşên asmanî yên Rûsî bajarê ko çi hebûna Daiş lê nîn e amanc kir. Êdî dîsa rastiya rol û istiratîciya Rûsî tekez dibe, ko piştgiriya Rêjîma Esed li dijî miletê Sûriyê û hem li dijî Artêşa azad dike. Û şerê li dijî tiroristiyê tiştê dawî ye ko Rûsya plan dike.”
Hevbendiyê bêtir got: “Îro digel şermkariya ko Civaka Navdewletî pê danûstandinê bi dosya Sûriyê re û dagîrkirina Rûsya ji Sûriyê re dike, Rûsya di têgihiştina çarenivîsa evê têwirdanê de têk diçe.”
Miletê Sûrî yê ko li dijî Rêjîma Esed û Milîtanên Hizbullah û Hêzên Pasvanên Şoreşger yên Îranî li ber xwe dide û piştgiriya Şoreşa xwe dike, û ev sê meh jî li dijî êrîşên Rûsya xweragir e, ew dê bi xêra berxwedana Artêşa azad li bajarê Şêx Miskîn jî û li hemû deverên Sûriyê xwediyê gotina dawî bimîne.
Jêder: Hevbendî