Rêkxerê giştî yê desteya bilind ya danustandinan Riyad Hicab, goman xist li ser hebûna bingehên danustandinkariyê li rex rêjîma Esed û got: wê çawa danustandin digel Esed bibe ku wî serwerî ji dest daye û niha bitenê 18% ji xaka Sûriyê di dest de ye? û ji bilî parêzgeha Tertûsê hîç parêzgehek din bitemamî di dest de nîne.
Hicab tekez kir ku kontrola rêjîmê li ser sercem riyên digel welatên cîran nemaye û herwiha li ser piraniya dergeh û derwazên sînorî jî nemaye.
Û got ku niha bitenê 8% ji zeviyên neft û gazê kontrol dike, û 92% yê din di dest hin hêzên din de ye, vêca çawa wê danustandin digel rêjîmekê bête kirin ku ne xudan serwerî be li ser dahatiyên welat.
Jêder: Hevbendî