Duh li bajarê Qamişlo şandek ji Desteya Hevrêziyê bi serokatiya Hesen Ebdilezîm li gel şandeke ENKSê bi serokatiya Serokê ENKSê Îbrahîm Biro li navenda partiya PDK-S civiya.
Di vê civînê de Hesen Ebdilezîm ragihand ku ew hevdîtin di çarçoveya xweşkirina peywendiyên navbera her du aliyan de pêk hatiye û ew dixwazin pêwendiyên wan di asteke baş de bin.
Ji aliyê xwe ve Ibrahîm Biro tekez li ser wê yekê kir, ku Desteya Hevrêziyê hewl dide ku cihekî ji PYDê re bibîne ji bo ku di nav şanda Dijbereyê de li civînên Cinêv 3 beşdarî goûbêjan bibe.
Serokê ENKSê Ibrahîm Biro ragihand ku Desteya Hevrêziyê tekezî li ser beşdarbûna PYD di şanda Dijbereya Sûriyê de ji bo danûsntandinên ligel Rêjîma Sûriyê kiriye, lê wan ji desteyê re ragihandiye, ku divê PYD helwesta xwe di derbarê rêjîma Sûriyê de zelal bike û dest ji kiryarên xwe li deverên kurdî berde.
Tê zanîn kû şanda Desteya Hevrêziyê ji Zekî Xerabo, Ebdilqehar Sirac, Hac Bekir Elhuseynî, Hanî Seidî û çend kesên din pêk hatibû.
Jêder: Hevbendî – Rudaw