Friday, May 9, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendî: Bêdengiya Rêkxistinên Navdewletî Dihêle Ko Ew Jî Bi Esed Re Di Kuştara Dorpêçkirina Sivîlan De Hevpar Bin

January 6, 2016
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 2 mins read
A A
Hevbendî: Bêdengiya Rêkxistinên Navdewletî Dihêle Ko Ew Jî Bi Esed Re Di Kuştara Dorpêçkirina Sivîlan De Hevpar Bin

Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê Û Hevrikiya Sûriyê hişyarî da ji bo bobelata mirovî  ya ko bi birçîbûn û sermayê gefê li jiyana kesên dorpêçkirî dike. Çimkî Hêzên Esed û Milîtanên Hizbullaha tirorist bajarên Medaya û Beqîn li Gundewarê Şamê yê Rojava ji çend mehan ve dorpêç kirine, û rê li ber derbasbûna keresteyên bingehîn yên xwarinê yên giring ji jiyana 40 hezar sivîlî re girtine.

Komîta yasayî ya Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe ya ko Îro belav kir, ji Komkara Erebî û Netewên Yekbûyî û Şandyarê Navnetewî yê taybet bi Sûriyê doz kiriye, da bi berpirsiyariyên xwe rabin ji bo ew kesên sivîl ko ji hêla Çeteyên Rêjîma Esed û Milîtanên Hizbullaha tirorist ve li Medaya û Herêmên din hatine dorpêçkirin, da yekser tevbigerin û  sivîlên bêguneh biparêzin û bihêlin yekser karwanên alîkariyên mirovî û yên bijîşkî derbas bibin. Her weha cîbicîkirina biryara Encûmena Ewlekariyê ya hejmar 2139 ya di benda wê ya şeşan de dibêje “hêlana yekser ji dezgehên mirovî re yên bi ser Netewên Yekbûyî ve û hevparên wê yên cîbicîkirinê ko alîkariyên mirovî bilez û hêmin û bê astengî derbas bikin, ji nav wan jî yên ko di herêmên nakokiyê û sînor re derbas bibin ji bo dabînkirina gihandina alîkariyên mirovî ji bo ew kesên hewcedar.”

Her wiha birayara 2254 ya sala 2015an derçûye ya ko têde“doz li Rêjîmê bûye da rê li ber hemû êrîşên li ser sivîlan bigire û dorpêçê rake û derfetê bide alîkariyên mirovî bo derbas bibin û bombebarana li ser sivîlan birawestîne.”

Komîta yasayî ya Hevbendiyê doz li hemû Rêkxistinên Navdewletî kir ko tevgerê bikin ji bo fişarê bidin ser Civaka Navdewletî û gerek Desthilatên wan tevgerê bikin da jiyana kesên bêguneh li Medaya bi taybetî û Bajarên din ên Sûriyê yên dorpêçkirî bi giştî rizgar bikin.

Hejmara sivîlan yên dorpêçkirî li Sûriyê dora nîv milyonî heye, hemû ji birçîna li ber mirinê ne, ev bi xwe jî tawankariyeke cengê ye, û rêkxistinên navdewletî ew jî berpirs in çimkî bi tawankariya bêdengiyê beşdar bûne.

Daxuyaniyê nameya xelkên Medaya jî belav kir ya ko ewan bi xwe ji cîhana azad re şandiye:” bi sedema birçîbûnê laşê me nema dikare ser piyan biraweste da em karibin gora xwe bikolin, xelkê ji me re bişînin da gora me û zarokên me bikolin, ji sermayê û birçîna em li benda mirinê ne. ”

Jêder: Hevbendî

ShareTweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Hevbendî: Biryara 2254 Meyldar e Û Çi Veguhestinek Siyasî Bi Hebûna Esed Nabe

Hevbendî: Biryara 2254 Meyldar e Û Çi Veguhestinek Siyasî Bi Hebûna Esed Nabe

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.