Dîdevanek: firokên Rûsiya komelkujiyekê pêk tînin û bidehan sivîlên Sûrî dikuje di bombebarankirina Dûma de, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê daxwaz ji Rûsiya kir ku bilez hêza xwe ji Sûriyê vekişîne, û pirsyariya siyasî, qanûnî, û Exlaqî derbarê qurbaniyên ji ber êrîşan dikevin davêje ser millê wê.
firokên Rûsî di êrîşên xwe yên hovane de li ser bajar û bajarokên Sûrî berdewam in, 1730 şehîd tê de ketin, di nav wan de 135 zarok û 115 jin, û 29 nexweşxane û navend û bi dehan dibistan û perestgeh û saziyên jêrxaneyê hatin wêrankirin.
Hevbendiyê duhî di daxuyaniyekê de daxwaz ji encûmena asayîşê kir bi hilgirtina berpirsyaretiyên xwe derbarê binpêkirina yasaya navdewletî ji aliyê Rusiya. Herwiha daxwaz ji Civaka Navdewletî kir û bi taybet ji girupa dostên milletê Sûrî li ser bêdengiya derbarê berdewamiya êrîşê û bilindbûna hejmara qurbaniyan, û ev yek dijî ku Rûsya endamek berdewam di encumena Ewlehiyê de ye, û deng daye li ser biryara 2254 ku doza rewstana armanckirina sivîlan dike.
Di daxuyaniyê de hat ku “bi behaneya şerê tirorê ku hikûmeta Rûsî pê êrîşî Sûriyê û xelkên wê dike, ji rojên yekê de diyar bûn dema ku dagîrkeran kuştarên xwe derheqê sivîlan de pêk anîn, û ji eslê 12 Hezar êrîşî ku dagîrkeran bumbeyên goşî û fosforî û sarûxên valahiyê bikar anîne, 94% ji êrîşan wargehên sivîl û Artêşa Azad armanc kirin, di heman dema helmeta ku bû sedema koçkirina bêtir ji nîv melyon Sûrî ji malên wan li Gundewarên Laziqiyê û Hums, Heleb, û Hema, û ev yek rewşa êrîşê û armancên wê diyar dike”.
Jêder: Hevbendî